Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê Kurdistaniyan Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê Kurdistanî li nav daristanê hatin cem hev û Cejna Vejînê, 15’ê Tebaxê bi pîknîkekê pîroz kirin.
Pîrozbahiya Cejna Vejînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Derheqê girîngî û maneya rojê Kurdistaniyên ku tevlî pîrozbahiyê bûn axaftin kirin.
Piştre bi dîlan û govendê Cejna Vejînê hate pîrozkirin, stran hatin gotin.