Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê jinên Kurd çalakiyek li dar xistin.
Mîtîng li navenda bajêr pêk hat û gelek jin tevlî bûn.
Di çalakiyê de wêneyên jinên ku ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan hatin hildan.
Jinan maskeyên mor danîn ber rûyê xwe û tundiya mêr şermezar kirin.