Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li İmraliyê wê di 2-3’ê Îlonê de li bajarên Fransa Parîs, Strasboûrg û Lyonê çalakî pêk werin.
Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ragihandin ku bi dirûşma “Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo ‘Rêberê azad, gelê azad’ ew ê 2’ê Îlonê li Strasboûrg û Parîsê li qadan bin” û destnîşan kirin ku tecrîd ji bo qirkirina gelê Kurd êrîşeke topyekûn e.
CDK-F û TJK-F’ê bang li welatparêz û raya giştî ya demokratîk û şoreşger kir ku bi rengê herî xurt tevlî çalakiyan bibin.
Komeleyên Kurd ên li başûrê Fransayê jî ji bo meş û mîtînga 3’ê Îlonê ya li Lyonê banga tevlîbûnê kirin.
Çalakî wê bi drûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, edalet ji bo Kurdan’ bê lidarxistin.
Li gorî vê navendên çalakiyên li Fransa ev in:
PARÎS – 2’yê Îlonê
Cih: Place République
Saet: 15:00
STRASBOÛRG – 2’yê Îlonê
Cih: Pêşiya Konseya Ewropayê
Saet: 10:00
LYON – 3’yê Îlonê
Cih: Place Jean Macé
Saet: 13:00
Ji bo çalakiyên bi dirûşma ‘Statu ji Kurdan re, azadî ji Rêberê Gelê Kurd re’ ku wê li gelek bajarên Elmanyayê bêne lidarxistin jî KON-MED’ê banga tevlîbûnê kir.
Roja 2’yê îlonê wê li Almanya li sê navendên mezin bi heman armancî mitîng û meş werin lidarxistin.
Rêxistina sîwanî ya herî mezin a Kurdên li Elmanyayê KON-MED’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 100 saliya peymana Lozanê de wê bi dirûşma ‘Statu ji Kurdan re’ û ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ meş û çalakiyan li dar bixin.
KON-MED’ê got: “Em têkoşîna xwe ya ji bo statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin.” û banga tevlîbûna girseyî li kurdistanî û dostên wan kir.
Navendên ku roja 2’ê Îlonê çalakî bêne lidarxistin ev in:
Dusseldorf:
Li pêşiya DGB Haûs
Saet: 13:00
Berlîn:
Breitscheidplatz
Saet: 16:00
Hambûrg:
Li pêşiya Hauptbahnhofê
Saet: 15:00