Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di weşana zindî de ji gel re axivî û diyar kir, ku pêkanîna mayina li malê wê ji bo cara sêyemîn bê dirêjkirin. Macron ragihand, qedexe wê heta 11’ê Gulanê bê dirêjkirin.

‘EM NE AMADE DE BÛN; WÊ MASKE LI HER KESÎ BÊ BELAVKIRIN’

Macron di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist, ku welatên cîhanê hemû li pêşberî krîza Covîd-19 di nava heman pirsgirêkan de ne û mikur hat ku bi taybetî sîstema tenduristiyê ya Fransayê li dijî şewbê neamade bû.

Macron anî ziman, welatê wan ji ber krîzê di demeke zehmet de ye got, ji bo zêdekirina kapasîteya textan li servîsên awarte yên nexweşxaneyan, makîneyên oksîjenê, maske û malzemeyên din ên tibî yên parastinê, wan hilberîn zêde kirine.

Macron diyar kir ku hejmara testên Covîd-19 wê bê zêdekirin û piştî 11’ê Gulanê bi taybetî li wesayitên giştî maskeyên têra tevahiya welêt bike wê amade bin.

DIBISTAN WÊ DI ÇARÇOVEYA PLANEKE TAYBET DE BÊN VEKIRIN

Macron diyar kir ku piştî 11’ê Gulanê wê qadên bazirganiyê, dibistan û kreş qonax bi qonax bên vekirin û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo dibistanan wê hikumet planeke taybet amade bike.

Macron ji bo 6 milyon kesên bi rengekî demkî bêkar mane, dema alîkariyê wê bê dirêjkirin û budçeya ji vê re hatiye veqetandin jî wê bê zêdekirin.