Di çalakiyên ji aliyê ‘Êlek Zerkan’ve ku li gelemperiya Fransayê hate lidarxistin, nêzî 100 hezar kes tevlî bûn. Bi polîsên Parîsê re şer qewimî, nêzî 220 kes hatin destgîrkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êlek Zerik li ser rêya Champs- Élysées a navdar a Parîsê hatin ba hev. Di serî de li Gîronde, Breste, Toûloûse, Lîlle û Marsîlya li dehan bajaran çalakî hatin kirin. Lîderê Tevgera Insoûmîse (Fransaya Serî Natewîne) Jean-Lûc Melenchone jî tevlî çalakiyan bû û destek da. Li hinek bajarên mîna Oreanse jî Êlek Zerik bi sendîkayan re meşiyan.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron bersivek erênî raberî daxwaza çalakiyan nekir, ti encamek ji hevdîtinên hikûmetê ya li gel Êlek Zerkan jî derneket.

Êlek Zerkên ku destpêkê li dijî bihakirina nirxên sûtemeniyê daketin qadan, niha li dijî baca zêde û bêedaletiya civakî û nebaweriya di nava siyasetmedaran de jî daxwazên xwe tînin ziman.

Bi hezaran tevlî çalakiyên li Parîsê hatin kirin bûn. Li gorî rayedarên hikûmetê jî ji derveyî qadên ku destûr hatîn dayîn jî nêzî 3 hezar çalakvan hatine ba hev.

Di çalakiya li Parîsê saet 17:30’an hate kirin de herî kêm 183 kes hatin destgîrkirin. Di xwepêşandana 24’ê Mijdarê de jî 103 kes hatibûn destgîrkirin. Şerê destpêkê yên li Champs- Élysées hate kirin saet derdorî 08:45’an qewimî. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş bire ser çalakvanan. Şer li gelek bajarna belav bûn.

Di dema çalakiyê de piranî ji ber şideta polîsan bi kêmanî 80 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de jî ji 10’an zêdetir jî polîs in.

Her wiha gelek wesayît hatin şewitandin, gelek jî hatin qelibandin. Gelek dikan û şaxên banqeyan jî bûn hedeva xwepêşanderan.

Wezîrê Karê Hundir nerazîbûna xwepêşanderan a li dijî hêzên polîsan weke heqareta li sembol û Komarê hate kirin pênase kir. Lîderê Tevgera Insoûmeîs Melenchon nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li Qada Etoîle hate kirin da, hikûmet ji hesabê li ser tirsê dike sûcdar kir.

Çalakiya Êlek Zerkan a bi hefteyan e dom dike, di qada navneteweyî de meşa destpêkê ya mezin 17’ê Mijdarê bi tevlîbûna sed hezan destpê kiribû. Li gorî daneyên fermî 282 hezar kes tevlî van çalakiyan bibûn, lê li gorî daneyên ji derveyî çavakaniyên hikûmetê dan nîşandan ku hê zêdetir e. Hate gotin ku hikûmet dixwaze bandora çalakiyan kêm bike.