Li gorî parêzvanên mafên jinan îsal ji serê salê heta 30’ê Mijdarê 138 jin hatine qetilkirin. Li gorî çavkaniyên hikumetê jî 122 cînayet hatine ‘teyîtkirin.’

Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên li ser jinan bikaranîna kelepçeyên elektronîk li parlementoyê hate qebûlkirin. Ji bo ku mêr nêzî partnerên xwe yên berê nebin, wê kelepçeyên elektronîk were bikaranîn.

Wezîrê Parastinê Nîcole Belloûbet diyar kir ku cînayetên li dijî jinan wê bi kelepçeyên elektronîk gelekî kêm bibe. Bi vê biryara parlementoyê re wê herî kêm hezar kelepçeyên elektronîk werin stendin.

Li Îspanyayê bikaranîna kelepçeya elektronîk serbest e û tê diyarkirin ku bi saya vî tiştî cînayetên li ser jinan gelekî kêm bûye.