Partiya Keskan ku Şaredariya Bajarê Strasboûrgê di destê wan de ye, ji bo fînansmana ji 2.5 milyon euroyî ya ji bo mizgefta herî mezin a Ewropayê destûr da, ku ev yek projeyeke Mîllî Goruş e. Hikumet ji vê yekê nerazî ye.
Şaredariya Strasboûrgê ku partiya Keskan (EELV) lê serdest e û Janne Barseghîan şaredar e, ji bo peydakirina subvansiyona zêdeyî 2.5 milyon euroyî ya ji bo avakirina Mizgefta Eyyup Sûltan a projeya Mîllî Goruşê pejirand. Ev mizgefta ku nêzî desthilatdariya Tirk e, bi redkirina şertê pîvanên li Fransayê yên li ser Îslamê, balê dikişîne. Eger ev mizgeft bê çêkirin wê bibe mizgefta herî mezin a li Ewropayê.
Ev yek li qada siyasetê bû sedema nerazîbûnan.
Wezîra ji welatîbûnê berpirsyar Marlene Schîappa got, “Ne tiştekî nû ye ku şaredarên partiya EELV li qiraxa zinarê Îslamî yê radîkal e.”
Schîappa bi bîr xist ku CCIF a ku ji ber propagandaya Îslamî hate betalkirin, berê ji Şaredariy Grenoble piştgiriya malî wergirtibû ku Erîc Pîolle yê ji partiya Keskan bi rê ve dibir.
Schîappa got, “Dema ku carekê bû, dikare bê gotin ku şaşitî kiriye. Lê belê eger tiştekî bi rêk û pêk be, hingî şaşitî nîne.”
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn jî nerazîbûn nîşanî biryara Şaredariya Strasboûrgê da û got, “Şaredariya Strasboûrgê diviyabû destwerdaneke ji derve ya li xaka me fînanse nekiribûya.”
Daermanîn got, “Li Fransayê hewldaneke destwerdana derve ya xurt heye ku Tirkiye jî di nav de ye.”