Sînordarkirinên ji ber vîrûsa Covîd-19’ê ku 11’ê Gulanê hatibû rakirin, bi  biryareke dî ya hikûmetê gav bi gav têne sistkirin. Bi çarçoweya biryara ku Serokwezîr Edouard Phîlîppe bi Hezîranê re wê restoran jî werin vekirin. Piştî 2’yê Hezîranê restoran, bar û kafe wê werin vekirin, bi şertê ku ji 10 kesan nebihurin  destûr tê dayin ku bi hev re xwarinê bixwin lê bi şertê ku 1 metro mesafe di navbeyna wan de hebe.

Ji bilî Parîsê û derdora wê li bajarên ‘herêma kesk’ a cihên hêşînahiyê, hêwanên xwepêşandan û sporê û parkên kêf û şahiyê ji 2’yê Hezîranê ve wê werin vekirin.

Ji 11’ê Gulanê ve tenê hin pol û krêş hatibûn vekirin, ji 2’yê Hezîranê û wir ve dibistanên sereke li tevahiya welêt wê werin vekirin lê di her polê de tenê 15 xwendekar wê hebin.

Ji 11’ê Gulanê û vir ve seyehet ji adrêsa îkameyê bi qasî 100 kmyî bû, ji 2’yê Hezîranê û wir ve ev sînordarî jî radibe.

Lê piştî 2’yê Hezîranê li wesayitên gihandine giştî bikaranîna maskeyan dibe divêtiyeke berbiçav.

Sînordarkirinên li ber derketina ji welêt û ketina nav welêt heta bi 15’ê Hezîranê wê bidome.  Dema ku welatiyên YE’yê diçûne Fransayê 14 rojan di karantînayê de dihatin hiştin, ev jî 15’ê Hezîranê wê rabe. Biryarên derbarê seyehatên derveyî YE’yê rojên pêş wê werin ragihandin.