Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanya nameyan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ya li Ewropa ve hate destpêkirin, dewam dike.

Meclîsa Jinê ya Nûda ya li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî, bi daxwaza bicihanîna berpirsyariya CPTê, 857 name ji CPTê re şandin.

Jinan, di nameyan de bang li saziya CPT kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Jinan destnîşan kir ku ew li hemberî bêedaletiya ku weke sucê mirovaniyê tê binavkirin û bi awayekî zalimane li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, tu caran bêdeng namînin.