Qemyonên sergo rojane 800 ton çopê diavêjin ser sergoyê Mîndoûbe yê li paytexta Gabon Lîbrevîlê. Bi dehan zarok jî alavên hesin, pasir an jî alumînyûm ji nav dineqînin. Ev zarok li deverên mîna bereqeyan dimînin.

Ekomî ku ciwanekî ji Mîndoûbeyê ye got, “Ji ber tenduristiya xwe gelekî ditirsim, lê belê em zorê didin xwe, neçar in vî bikin. Em nikarin her tiştî ji dayika xwe hêvî bikin. Ji xwe em di wî temenî de ne ku xwe îdare bikin.” Zarokê bi navê Danîel jî ji bo alîkariyê bide malbata xwe li ser sergo dixebite.

Zarok di berdêla her kîloyek sifir de ya li ser sergo dide hev 4 dolarî qezenç dike. Lê belê li qada depokirinê dimînin û ev jî dibe sedema nexweşiyên bêhnçikandin û çerm.

Aktîvîsta Mafên Zarokan Roselîn Bendrome nerazîbûn nîşanî vê rewşa zarokan da û got, “Rewş roj bi roj girantir dibe. Li vir gelek zarok hene ku nikarin biçin dibistanê û dema xwe li ser sergo derbas dikin.”

Roselîne Bendrome diyar kir ku têkoşîna li dijî xebitandina zarokan bi qasî berpirsyariya dewletê, her wiha berpirsyariya saziya perwerdeyê ye.

Li gorî Bankaya Cîhanê rêjeya bêkariyê ya li Gabonê bandorê li rêjeya ji sedî 20 a nifûsa vî welatî dike.

Rewşa welêt bi destpêkirina şewba vîrûsa koronayê re ku aborî bi rengekî cidî lawaz kiriye, nebaş bû.