Meclîsa Gel a Gavleborgê bi mebesta 18’ê Gulanê Roja Şehîdan, di kesayeta Şehîdên Meha Gulanê de, Şehîdên Kurdistanê bi bîranîn.

Piştî rêzgirtinê, Rêveberê Meclîsa Gel a Gavleborgê Cemal Rojhilat axivî û got; Eger em îro li vê derê li dîasporayê dikarin li hev kom bibin, ev yek bi saya şehîdan e. Di dîroka Kurdistanê de 2 xet li gel hev dimeşin: Xiyanet û Şehadet.

Xiyanet mixabin ji ber ku xeteke gelekî xurt e li hemberî vê xetê şehadetên mezin pêk hatin û hîn jî pêk tên. Ya ku divê em bikin, mîna ku Serok Apo got, PKK partiyeke şehîdan e û divê em vê yekê fêhm bikin û li gorî wê tevbigerin.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Gavleborgê Mîrza Serêkaniyê jî axivî û qala bîranînên şehîd Lawîn, Şêrvan û Şehîd Hesen kir û got, Em ê di riya şehîdên xwe de têkoşînê xurt bikin.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.