Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê koma bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhildan Mazlûm çalakiyeke bi bombeyî li dar xist.
Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku wan li Taxa Mûzaffer Karayollari qehwexaneyeke kumarê kirine hedef.
Dîmenê çalakiyê li ser malpera Raperîna Gel hate weşandin û tê dîtin ku bombe di qehwexaneyê de diteqe.
Komê ev tişt got “Li Rêya Fatîhê ya Taxa Karayollari ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê me li hemberî qehwexaneya ku kûmar dida lîstin, çalakiyek li dar xistiye. Em careke din diyar dikin ku em têkbirina kûmar, fihûş û tiryakê dikin hedef a ku bi destê dewlet û çeteyên AKP û MHP’ê tê kirin.”