Polîsên Tirk wekîlên HDP’ê ku piştî meşa ji 15 bajaran bi dirûşma, “Di roja 100’î de ber bi Leyla, şikandina tecrîdê ve” gihane Amedê, dorpêç kirin. Wekîlek bi êrîşa polîsan birîndar bû.
Wekîlên HDP’ê ku ji 15 bajaran bi rê ketin di roja 100’î de ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven gihaştin Amedê. Ev meş ji bo desteka li Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate kirin, ku ev 100 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Wekîlên HDP’ê bi dirûşma, “Di roja 100’î de ber bi Leylayê, şikandina tecrîdê ve” ji Colemêrg, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlik, Dîlok û Rihayê dest bi meşê kirin.

Bu iktidar Ankara’dan, İstanbul’dan başlayarak yaşamı ablukaya aldı. #LeylaYaşasınDiye bu ablukalara, tecrit çemberlerine karşın YAŞAM kazanacak. Mücadele kazanacak. Leyla kazanacak, biz kazanacağız. Bijî Jiyan! Yaşasın Yaşam!5109:13 AM – Feb 15, 2019232 people are talking about thisTwitter Ads info and privacy
Parlamenterên ku di nav meşê de cih girtin: Hasan Ozguneş, Nuran Îmir, Huseyîn Kaçmaz, Ebrû Gunay, Pero Dundar, Tuma Çelîk, Siddik Taş, Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Salih Aydenîz, Saît Dede, Habîb Eksîk, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Tayyîp Temel, Abdullah Koç, Dîran Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkun, Mensûr Işik, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Mahmût Togrul, Ayşe Suruc û Nusrettîn Maçin.
Parlementer di rêwitiyê de tim rastî astengiyên polîsan hatin, lê ligel hemû astengiyan jî xwe gihandin bajêr.
Ji bo ku HDP’î li ber mala Leyla Guven daxuyaniyê nedin û meşa xwe li vê derê neqedîtin, polîsan hemû rêyên diçin mala Leyla Guven a li Navenda navçeya Baxlarê bi şev bi bariyeran girtin. Ji bajarên derdorê polîs hatin şandin û dîsa avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr hatin dorpêç kirin û wesayîtên TOMA hatin bicihkirin.
Polîsan dîsa durêyên 500 Evler, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, 450 Evlerî û Otora Navçeyê yên ji bo pêşwazîkirina parlementeran dorpêç kirin.
Dema ku HDP’iyan xwe amade dikirin heya ber mala Leyla Guven bimeşin, polîsek hat gel HDP’yiyan û ji wan re got “Walitiyê meş qedexe kiriye û em ê ji ber vê destûr nedin meşê.” Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî, ji polîs re got, bi awayekê qanûnî ev meş wê neyê qedexe kirin û ger bê qedexekirin jî ew ê gilî bikin.
Li ser nîqaşên hatin kirin, rayedarên polîsan ji HDP’iyan re gotin encex hûn bi wesayîtan dikarin biçin ber mala Leyla Guven û ew ê tenê ji bo vê destûr bidin.
Komek Parlementerên HDP’ê ji duryana 450 Evlerê çûn ber nexweşxaneyek taybet a navçeya Peyasê ve meşiyan û polîsan li vê derê parlamenter kirin ablûkê. Di vê navberê de, polîsan Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydeniz dehf dan û ket erdê. Aydenîz a birîndar bû bi kursiyê bi teker rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Aydenîz baş e.
Parlamenterên din ên li hewşa nexweşxanê man jî, li dijî êrîşên fîzîkî yên polîsan bi berzkirina dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” nerazîbûn nîşan dan.
Li aliyê din rojnamevanên hewl didin meşa parlamenterên HDP’ê bişopînin, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.