Li gel hêla koronayê jî 2020’anan dîplomasiya Kurd û dîasporayê xebatên girîng kirin.

Li dijî hêla koronayê ku ber bi nîvê Adarê ve li Ewropayê xwe nîşan dayî, gelek welatan karantîna danîn. Ji bo ku ev bandorê li têkoşîna Kurdan neke konferans, civîn û bernameyên din onlîne hatin kirin. Li gel hêla koronayê ku cîhan dayî ber xwe jî xebatên dîplomasiya Kurd bênavber dom kir.

Nexasim ji bo diyaloga navxwe ya Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya salê kampanya hatin kirin. 2020’an xebatên dîplomasiya Kurd û rûdanên ku li qada navnetewî tesîr li ser têkoşîna azadiya Kurd kirî:


LI PE’YÊ KONFERANSA 16’AN

Konferansa 16’an a bi navê, ”Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” ku her sal tê lêdarxistin 2020’an, di navbeyna 5-6’ê Sibatê li Parlamentoya Ewropayê pêk hat. Konferans bi pêşengiya Komisyona Yekîtiya Ewropay Tirkiyê ya Hemwelatiyan (EUTCC) pêk hat. Çepgir û Çepgirên Bakur ên Kesk (GUE/NGL) ku li Parlamentoya Ewropayê komên wan hene, Kesk /Tifaqa Azad a Ewropayê (Grees/EFA) û koma Sosyalîst û Demokratan destek dan.

Dİ encamnameya konferanê de têkilî têkiliyên bi Tirkiyê û tevahiya Rojhilata Navîn hate gotin hewceyî bi gotineke nû heye û hate gotin ,”Kurd li vir ji bo aramî, aşitî, demokrasî, ekolojî û wekheviya zayendî faktoreke girîng in” û hate diyakirin ,”Hevkariya bi van hêzên demokratîk re divê mirov li ber xwe deyne.” Di konferansê de bangên girîng li endamên YE’yê, saziyên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

Di konferansê de her wiha hate daxwaza PKK, ”ne rêxistineke terorîst e, parçeyek ji şerê çekdarî ye”, bi çarçoweya biryarên Dîwana Dadê ya Ewropayê û Daraza Bilind a Belçîkayê derkete pêş. Konferanse xwest ku hemû sînordarkirinên li ser Kurdan û partiyan a li Ewropayê were rakirin, çareyeke siyasî hate xwest û ji bo tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev bang kir: ”Ji bo ku Tirkiye têkilî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navnetewî biçe, ji bo ku zor lê were kirin divê tevdîrên dîplomatîk, siyasî û hiqûqî were standin, hikûmeta Tirk ji bo çareyeke siyasî ya Kurd divê Ocalan demildest berda û diyaloge dest pê bike divê zor lê were kirin.”


BIRYARA LI SER PKK’Ê YA BELÇÎKA TEQEZ BÛ

28’ê Çileya 2020’an li Belçîkayê Daraza Bilind têkilî têkoşîna azdiya Kurd biryareke dîrokî da. Daraza Belçîkayê di doza 36 siyasetmedar û aktivîstên Kurd de, ku 2006’an dest pê kiribû, biryar li ser da ku biryara 2016’ân rast e. Li ser îtîrazê doz biriûn temyîzê û biryar 2019’an hatibû standin lê li ser îtîraza dewleta Tirk doz dîsa hatibû vekirin.

Daraza Belçîkî di biryara xwe de got PKK tevgereke aliyê eşr e, ji ber vê di nav ”rêxistina terorîst”ê de nikare were nirxandin û cezakirin.  Helwesta desthilata AKP-MHP’ê ya li Belçîkayê hişk bû lê hikûmeta Brûseklê got li welatê wan daraz serbixwe ye û nikarin mudaheleyî biryarê bikin.

MIKURHATINA PIŞTÎ 34 SALAN

Daxuyaniyeke ku biryara Daraza Bilind a Belçîka ya meha Çile dayî destek bike 9’ê Hezîrana 2020’an ji Swêdê hat. Ev her wiha bi wesfekî wiha bû wê bêbextiya herî mezin a li ser tevgera azadiya Kurd pûç bikira. Dozger Krîster Peterson got dosyaya Serokwezîrê Swêd Olof Palme ku 1986’an hatî kuştin, hatiye rakirin, bi rêya vîdeo konferansê dauyaniya çapemeniyê da, diyar kir gumanbarê sereke Stîg Engstrom miriye, nema dikarin lêpirsînê bidomînin.

Piştî vê daxuyaniya dozger ku bi fermî hate ragihandin ti têkiliya Kurdan bi kuştina Palme re nîne, di serî de li Swêdê, li tevahiya Ewropayê Kurdan bang kirin ku ji Kurdan lêborîn were xwestin. Ji ber ku piştî kuştina Palme polîsên Swêde bi ser gelek malên welatparêzan de girtibû, gelek kes destgîr kiribûn, li dijî PKK’ê li Swêd û Elmanyayê gelek operasyon hatibûn kirin.

KNK’Ê SALA 2020’AN BI XEBATÊN JI BO YEKÎTIYÊ TIJE KIR

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekîtiya netewî û diyaloga navxweyî ya Kurd 2020’an gelek xebat kirin. KNK li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûr û êrîşên PDK’ê yên li ser qadên gerîla kampanyayeke girîng rê ve bir. Şandeyke ku bi vê armancê hatî avakirin li Başûrê Kurdistanê pir helkeft. Şandeya KNK’ê ji bilî PDK’ê bi gelek partiyan re da û stand, ji bo konsensûseke hevpar a Kurd çêbibe û pêşî li şerekî pêkan were gritin pir ked da.

Kongreya Giştî ya 20’an jî KNK’ê 31’ê Cotmeha 2020’an bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û hunermendan pêk anî. Ji ber vîrûsa koronayê kongre onlîne bû, ji bilî endamên KNK’ê ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên gelek partî, rêxistin û organîzasyonan jî hazir bûn. Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs rapora salekê ya xebatê ya Konseya Rêveber a KNK’ê xwend. Karamûs her wiha derheqê xebatên dîplomatîk ku li Ewropa û gelek navendan hatine kirin agahî da û derheqê xebatên komîsyonên KNK’ê bi berfirehî agahî da.

Nûnerên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rêya tele konfeansê tevlî kongreyê bun. Her wiha nûnerên Kurdên li Rûsya, Anatoliya Navîn û gelek komên dînî peyamê xwe dan. Konseya Hevseroktiyê ya KCK’ê jî peyamek şande kongreyê û peyamên girîng da. Konseya Hevseroktiyê ya KCK’ê diyar kir ji her demê bêhtir hewcehiya Kurdan bi yekîtiyê heye, li dijî PDK’ê ku bi şandina hêzê ya li ser qadên gerîla provakasyonan dikir, xwest ku helwest were nîşandan.

‘KONFERANSA DIYALOGA NAVXWEYÎ’

21’ê Mijdara 2020’an KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê ên endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê Şêwra Pêşxistina Diyaloga Navxweyî kirin. Di şêwrê de ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê,  nûnerên Kurdên li Kafkasa,  Anatoliya Navîn, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û hunermendên Kurd ên hazir bûn.

Di vê şêwrê de ji bilî PDK’ê ji hmeû parçeyên Kurdistanê nûnerên rêxistin, partî û organîzasyonên Kurdan hazir bûn. Di şêwrê de bi qasî 250 kes beşdar bû. Ji ber koronayê kesên ku onlîne tevlî şêwrê bûn ji bo diyaloga navxwe ya Kurd pêşniyazî kirin, xwestin ku gelemşeyên nav Kurd zûzûka werin çareserkirin.

XEBATÊN JI OCALAN RE AZADÎ

Yek ji xebata girîng a dîplomasî û dîasporaya Kurd a 2020’an ew bû ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan kampanya hatin kirin, ramanên Ocalan li raya giştî ya cîhanê hate nîqaşkirin. Li Italyayê komîteyeke ji 18 kesan pêk hatî, bi navê ”Ji Ocalan re azadî” kampanya da destpêkirin, komîteya piştevaniya Filîpîn li Filîpînê meha Mijdarê weke ”Meha piştevaniya bi Ocalan re” ragihand û ev meh bi çalakî, civîn û bernameyan derbas kir.

Sendîkaya herî mezin a 1,5 milyon endamên wê hene ya Brîtanyayê Unîte the Unîon û sendîkayên GMB’ê ku 700 hezar endamên wê hene û ev demek e bi navê ”Ji Ocalan re Azadî” kampanyaya dike, Tîrmeha bihurî mîtîngek organîze kir. Mîtînga onlîne bi tevlêbûna lîderên sendîkayan parlamenter, rewşenbîr, parêzvanên mafê mirovan, hunermend, siyasetmedarên Kurd û Ingilîz, nûnerên civaka sivîl, wekîlên HDP’yî, ji gelek derdorên cihê yên cîhanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan ên li mîtîngê axivîn, gotin,”dem hatiye” û ew ê ebatên kampanyaya ”Ji Ocalan re azadî” geş bikin.

ENTERNASYONALÎSTAN MEŞA DIRÊJ KIRIN

Insîyatîva Navnetewî ya Ji Ocalan re azadî jî di salvgera 21’an a komployê de ya li ser Ocalan meşeke dirêj organîze kir. Meş ji Luksemburgê heta bi Strasboûrgê ya Fransayê dome kir, di meşê de ji gelek civakan şoreşger hazir bûn.  Meş bi dirûşmeya, ”Ji Ocalan re azadî-li dijî faşîzmê mil bi mişl” 10’ê Sibatê li Luksembûrgê dest pê kir.

Meşê ji Emerîkaya Latîn, Spanya, Italya, Fransa, welatên Skandînav, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Zelerekan, Ewûstralyayê 120 enternasyonalîst gihandin cem hev. Meş’ê 5 ronan bi coşî derbas bû, piştî meşê 15’ê Sbatê li Strasboûrgê enternasyonalîst bi meşekê tevlî mîtînga li Strasboûrgê bûn. Cotmehê jî komeke bi pêşengiya komeke enternasyonal a ji 30 kesî pêk hatî li Strasboûrgê çalakiya nobetê pêk hat.

‘RAMANÊN OCALAN BI ELMANÎ Û FRANSÎ…

Ji bo ramanên Rêberê Gelê Kurd bi raya giştî ya cîhanê were nasandin 2020’an xebatên girîng hatin kirin. Cîldana pêşî ya rêza Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk, ”Serdema Êzdayên Rûnixamtî û Kralên Veşartî” a ku Ocalan nivîsî li Fransî hate wergerandin û ji weşanxaneya Croquantê derket. Pirtûk salvegera 22’yan a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an derket.

Koma wergêrê got bersiva herî mezin a li komplogeran ew e ku ramanên Ocalan werin berbelavkirin, diyar kirin wan dest bi cîlda duyan a Manîfestoya Civaka Demokratîk jî kirine û di demeke nêz de wê biqedînin.

Her wiha cîlda sêyan a ”Manîfesyoan Şaristaniya Demokratîk”, ‘Sosyolojiya Azadiyê” (” (Manifests der demokratischen Zivilisation 3- Soziologie der Freiheit) li Elmanya, Ewûstûrya û Swîsreyê ji hêla Weşanxaneya Unrastê ve Nîsanê hate çapkirin. Ji bo ku ev berhema Rêberê Gelê Kurd bi xwendayên Elman were nasandin hem jî ji bo raman, term û têgehên di pirtûkê de nîqaş were kirin tevahiya salê li gelek bajarên Elmanyayê bernameyên xwendinê hatin danîn.