Ciwanên kurd li gelek bajarên Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd afîş daliqandin. Li bajarê Karlstad ê Swêdê çalakiya konvoyê, li bajarê Koln ê Elmanyayê jî meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart û afîş hatin daliqandin.
Êvara Yekşemê saet di 18:00 de li gelek qadên Marsîlyayê wêneyên Rêberê Gelê Kurd bi afîş û pankartan hatin daliqandin.
Heman çalakî li gelek bajarên din ên Fransayê jî pêk hat. Li ser rê, şaneşînên malan, dîrekan, dîwaran û li ser piran pankart hatin daliqandin. Di çalakiyan de her wiha Şoreşa Rojava hate silavkirin. Çalakî bi taybetî li bajarên Parîs, Evry, Mantes la Joloie û Rennesê pêk hatin.
LI KARLSTAD’Ê ÇALAKIYA BI KONVOYÊ
Li bajarê Karlstadê yê Swêdê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvoyê ya 2 rojan hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê de belavokên ji bo agahdarkirinê hatin belavkirin. Bi navê Meclîsa Gel a Karlstadê daxuyaniyek hate dayin.
LI KOLNÊ MEŞ
Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî ciwanên Kurd tevî enternasyonalîstan çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwan li navenda bajêr li hev kom bûn û bi pankarta bi nivîsa “Ji Kolnê heta Kobanê” tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

