li gelek bajarên Ewropayê şehîd hatin bibîranîn.
Li bajarê Bardeaûx ê Fransayê Egîd, Bayram Namaz ê MLKP’î û Zehar Saglam a çalakiya canbexşane pêk anî, hatin bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên Namaz, Saglam û sînevîzyon hate nîşandan. Di axaftinên li ser navê MKKP’ê hate kirin de hate gotin ku Namaz şoreşgerek bû ku her tim li dijî dijmin hêviyê zindî dihêla bû. Birayê Zehra Saglam jî axivî û got: “Me ti carî winda nekir. Em winda nakin. Em ê bibin hêjayî mîrasê şehîd li pey xwe hiştî.
MANNHEIM
Li bajarê Mannhemîm ê Elmanyayê jî bi kombûna sedan kesî ya li NCKD di kesayeta Dogan Arslan, Zulkuf Gezen, Medya Çinar, Ûmût Acar, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehera Dogan hemû şehîd hatin bibîran. Di bîranînê de li ser jiyana Dogan Arslan sînevîzyonek hate nîşandan.
FLORANSA
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê li gel şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Têkoşîer Pling) û Gîovannî Francesco Aspertî (Hîwa Bosco) ê berî mehekê şehîd bûbû bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi meşekê hate bibîranîn.
Meşa ji Pîazza Leopoldo yê Lorenzo Orsettî lê hatî dinê destpê kir li Fortezza Park’Nda bi dawî bû. Meşa ji aliyê Komîneta Kûdo ve hate organîzekirin nêzî 30 rêxistinên civaka sivîl ên çep, soyalîst, komunîst û femînîst cih girtin. Her wiha dayik,bav û birayên Lorenzo Orsettî jî tevlî meşê bûn.
Dayik û bavê Lorenzo Orsettî aivîn û gotin: “Em bi şehîd Têkoşer serbilind in. Serê me bilind e, ji ber ku di têkoşîna bi maf de şehîd bû.”
Peyamên YPG-YPJ’ê hatin xwendin û nûnerên saziyan axivîn.
Dîsa di axaftinan de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û berxwedêrên grevan hatin silavkirin.
TORÎNO
Şervanên li Rojava şehîd bûne li bajarê Torîna yê Îtalyayê hatin bibîranîn. Bi kombûna Kurdan û dostên wan li Pîazza Carlo Alberto Bîovannî Hîwa Basco û Lorenzo Orso Têkoşer ên li Rojava şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
BASEL
Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Têkoşîna Şoreşa Tirkieiyê li bajarê Basel ê Swîsreyê bi aktivîteyên cuda hatin bibîranîn. Ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê bi boneya Hefteya Lehengiyê di serî de şehîdên meha Adarê û şervanê enternasyonalîst Lorenzo Têkoşer Orettî, Umît Acar, Medya Çinar, Zehra Saglam, Ayeten Beçet, Zulkûf Gezen, Ûgûr Şakar, Baran Serhat ên çalakiyên canbexşane pêk anîn li gel Kenan Koçûlû (Adil AxpîkO, Rahşan Şen (Rewşan Antep) Yûsûf Ozbey (Kamil Şirnex) Mehmet Salih Buyukertaş (Şervan Amara û Alî Buyukertaş (Andok Ûrfa) yên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbûn hatin bibîranîn. Her wiha endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê Baran Namaz (Baran Serhat jî hate bibîranîn.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengtiya MLKP’ê û NCKD a Saarbrruckenê Bayram Namaz hate bibîranîn. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana û meşa şoreşgerî ya Bayram Namaz hate nîşandan. Di merasîmê de Zero Tosûn û Dexîl Îbrahîm axivîn.
NÎJMEGEN
Şehîdên Hefteya Lehengiyê bi tevlîbûna malbatên şehîdan û gelek Kurdistaniyan li bajarê Nîjmnegen ê Hollandayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda neteweyî ‘Ey Reqîp’ ve hate destpêkirin. Di bîranînê de li ser navê Nûnertiya KOMAW a Hollandayê Mehmet Zengîn axivî û bal kişand ser Hefteya Lehengiyê û girîngiya wê. Her wiha sînevîzyona li ser têkoşîna Mexlûm Dogan û Hemsûm Korkmaz (Egîd) hatibû amadekirin hate nîşandan.



