Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar ê li Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên canbexşane pêk anîn, li gelek bajaran hatin bibîranîn.
Li bajarên Basel, Zurîh, Lûzern, Bern û Marsîlya ya Fransa û bajarê Hannover ê Elmanyayê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar ê li Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên canbexşane pêk anîn, çalakiyên bîranîn û xwedîderketinê hatin kirin. Her wiha li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî şervanê YPG’ê Gîovannî Francesco Asperti (Hîwa Bosco) ve Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) jî hatin bibîranîn.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li Bahnofplatzê bi sedan kesên hatin ba hev, piştî çalakiya bêdeng û şûnde ber bi stasyona trenê ya navendê ve meşiyan. Di meşê de şehîdên li dijî tecrîdê çalakiyên canbexşane pêk anîn hatin bibîranîn.
BASEL
Li ser banga Platforam Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê jî li bajarê Basel ê Swîsreyê li Qada Clarplatezê Kurdistaniyên hatin ba hev bi çalakiyekê tecrîd protestokirin û şehîdên canbexşane bîbîranîn.
LÛZERN
Li bajarê Lûzernê li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar çalakiyek bêdeng hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên 5 berxwedêrên çalakiya canbexşane pêk anîn hatin hildan û bal hate kişandin ku dewlet û saziyên navneteweyî li dijî van şehîdetan bêdeng in. Di çalakiyê de banga xurtkirina berxwedanê hate kirin.
ZURÎH
Li ser banga Meclîsa Jinan a Berîtan li Zurîhê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Globûs a li Bahnofplatz çalakiyeke kirin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên grevan û berxwedêrên canê xwe bexşandine hatin rakirin. Her wiha di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin û peyama ‘Bi xurtkirina têkoşînê em ê mîrasên şehîdan bigihînin serketinê.” hate dayîn.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên saet 19:00’an li Marsîlyayê kom bûn Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar bibîr anîn. Di mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’êç hatin hildan. Li ser navê NCK axaftin û belavok hatin belavkirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê jî li ser banga Meclîsa Jinan a Ronahî çalakiyek hate kirin û bal hate kişandina ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin. Her wiha bal hate kişandina ser çalakiyên canbexşane û ev tişt hate gotin: “Berpirsê van mirinan Ewropa ye.”
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Kurdistanî û Îtalî li Pîazza Carlo Albertoyê şervanên YPG’ê Gîovannî Francesco Asperti (Hîwa Bosco) ve Lorenzo Orsettî (Tekoşer Piling) ên li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şehîd bibû bibîranîn. Di bîranînê de hevrêyên her du şervanan bîranînên wan vegotin. Soza girêdana bi şehîdan re hate dayîn.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li Hauptplatzê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyan bal kişandin ser çalakiyên fedayî yên li zindanan li dijî tecrîdkirina Ocalan hatin kirin û xwestin, tecrîd tavilê bi dawî bibe.



