Li gelek bajaran tecrîd û biryara DMME hate protestokirin

Li gelek bajaran tecrîd û biryara DMME hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DMME ya ku êşkenceya li Îmralî tune dibîneLi gelek bajaran hate prosesto kirin.

AMSTERDAM
Li bajarê Hollanda Amsterdamê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DMM’ê ya tune dîtina êşkenceya li Îmralî bi mîtîngeke girseyî hate protesto kirin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Hollandî hatin belavkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin. Di mîtîngê de serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê jî hate protesto kirin.

MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransa tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hate protesto kirin. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad û NCDK Marsîl seat 15:00’an li qada Canabîer destpê kir. Ciwanan heta Qada Vîeûx-Port meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ berz kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî li qada Vîeûx-Portê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û tecrîd, biryara DMME û serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê hate protesto kirin.

MONTPELLIER
Tecrîda li ser Ocalan li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî hate protesto kirin.
Li ser banga NCDK’ê Kurdistanî li Parka Peyroû Pîtot li ehv civiyan û heta Qada Comedîe ya navenda bajar meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Ji Kurdistanê re statu, ji Ocalan re azadî’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkrin.

Meş li Qada Comedîe veguherî mîtîngê û endamê Dîwana Hevserokatiya CDK-E Cevat Guneş axivî û wiha got; “Bila neyê jibîrkirin em hemû deyndarê Rêber Apo ne û heta ku em wî azad nekin ewlehiya tu kesî ya jiyanê nîne û divê em li gorî vê tevger bikin. Biryara DMME ya siyasî em şermezar dikin. Bi vê biryarê nêzikatiya xwe ya bi gelê Kurd re dan nîşandan.”
Nûnerên partiyên çepgir ên Fransayê jî beşdarî meş û mîtîngê bûn. Mîtîng bi axaftin û dirûşmeyan bi dawî bû.

PAFOS
Li bajarê Pafos ê Qibrisê jî bi armanca balkişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û saziyên navnetewî hate kirin û belavok hatin belavkirin.

PARÎS
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Koneya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li Qada Repûbîqûe saet 17:00’an meşek hate kirin.
Meşa ku Kurdistanî û dostên wan tevlî bû, jinana pankarta bi nivîsa ‘Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xeteriyê de ye, berpirs komploger û yên girtine ye’ vekirin. Di tevahî meşê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Dîktagor Erdogan’ hate qîrkirin û belavok hatin belavkirin.
Girseya gel a bi gihiştina Qada Bastîllayê mîtîngek lidar xistin.Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir siyasetmedarê Kurd Firat Varto axivî û got: “Rêber Apo lîderekî ku bûye hêvîiya hemû gelên hejar ên li Rojhilata Navîn, ciwanan û jinan. Heta azadiya Ocalan wê çalakiyên me bidomin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ve bi dawî bû.

VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîna ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî’ hate kirin. Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê ve hate kirin, li Qada Hofbûrg Heldenplatzê pêk hat.
Mîtîng bi rêzgirtina di kesayeta Umît Acar ê ji bo protestokirina tecrîdê û hevkariya hikûmeta Elman-Tirk canê xwe dabû ber agir û hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Di mîtîngê de Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Viyanayê Nûrcan Guleryz axivî û diyar kir ku ev 20 sal in Ocalan li Îmraliyê tê girtin.
Guleryuz bibîr xist ku ev 7 salin parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Fikarên me yên di derbarê jiyana Rêbertiya me de her diçe zêde dibe.”
Mîtînga ku nêzî du saetan dom kir, bi dirûşmên şermezarkirina komplo û tecrîdê belav bûn.

GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Herrengasse saet 15:00’an Kurdistanî hatin ba hev û tecrîdkirina Ocalan protesto kirin.
Di çalakiyê de pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vekirin û gelek belavok hatin belavkirin.

NAVNÎŞANÊN ME