Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo Denîz Poyraz a HDP’î ku 17’ê Hezîranê li Îzmîrê hate qetilkirin, li navçeya Rezanê ya Amedê li gelek taxan çalakî li dar xistin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz, êvara Çarşemê li gelek taxên navçeya Rezanê meşiyan.
Di çalakiyan de dirûşmên “Denîz Poyraz namire”, “Ciwan wê hesab ji kujeran bipirsin”, “Ev hîn destpêke, têkoşîn wê dewam bike” û “Şehîd namirin” hatin qîrîn.