Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 7’ê Cotmehê de leşkerek Tirk hatiye kuştin.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî hatî parvekirin de ev agahî hate dayîn:
“Hêzên me di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 7’ê Cotmehê saet 19:00’an li dijî leşkerên li girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê kirine, di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”