Li Geverê di 26’ê Gulanê di nava wan de zarok jî hebûn 13 kes di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 2 jê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê, ji 13 kesên hatibun binçavkirîn, 6 kes, piştî îfadeya li Mıduriyeta Polisan hatin berdan.

7 kesen din doh sewqî dozgeriyê kirin.

Dozgeriye jî bi şertê kontrola edlî 5 kes berdan Enes Şen û Îsmaîl Balin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin.

Dadgeriya Cezaya Sulhê, bi behaneya “propgandeya rêxistinê kirine” û “endamê rêxistinê ne” Îsmaîl Balin û Enes Şen girtin û şandın Girtîgeha Wanê.