Komela Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê -OHD’a Colemêrgê, bi sernavê “Encamên tecrîdê yên siyasî û civakî” li Geverê, li salona otelekê panel çêkir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Parlamenterê DEM Partî yê Colemêrgê Onûr Duşunmez axivîn.

Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê, ÎHDa Colemêrgê û gelek kes amade bûn.

Parêzer Ozgur Erol da zanîn li Îmraliyê hemû bêhiqûqi hene û ev bêhiquqi li Tirkiye û Kurdistanê belva kirine û wiha got:

Armanca tecrîdê qutkirina dengê Abdulah Ocalan e. Rêzdar Abdulah Ocalan tevî tecrîda giran, projeyên jiyana bi hev re, ji şer dûr û dinava aştiyek bi rûmet de pêşxist. Lê pergala tecrîdê bingeha şerê taybet e û li pêşiya çareserkirina mesela kurd astengiya herî mezin e. Her ku tecrîd giran dibe, şerê li dijî kurdan jî giran dibe.

Parlementer Onûr Duşunmez jî, diyar kir ku wê di 15’ê Çile de li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêzdar Abdulah Ocalan bi taybetî li Wan û Qersê meş bêne pêkanîn û wiha got;

Divê gelê me di hemû çalekiyên li dijî tecrîdê de cih bigire. Abdulah Ocalan îradeya gelê Kurd e, divê, em bi têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin. Abdulah Ocalan 74 salî ye û heya niha gav paşde neavêtiye. Divê em jî têkoşîneke xurt bidin meşandin. Divê ne tenê 60 parlamenterên DEM Partiyê, ne tenê girtiyên di zindanan de, ne tenê dayik, divê hemû gelê Kurd ji 7 heta bi 70 salî rabin ser xwe, li dijî tecrîdê têkoşînê bikin. Heta Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe divê gel dest ji têkoşînê bernede. Dema Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bû, wê aştî werê û gel bigihên azadiya xwe.

Panel bi pirs û bersivan dewam kir