Polîsên Tirk, doh danê sibehî li navçeya Colemêrg Geverê bi ser gelek malan de girtin û zarok jî di nav de herî kêm 11 kes girtin binçavan.

Polîsan kesên girtin binçavan birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.

Sedema binçavkirina welatiyan jî ne hate eşkerekirin.

Hat diyar kirin ku li ser dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina parêzeran ya bi kesên hatine binçavkirin re, ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku, dema biryara nepenî hebe, hejmara binçavkirinan jî zêde dibe.