ANTALYA – Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê 5 jê jin 20 girtî di greva birçîbûnê de ne. ÎHD’ê diyar kir ku vîtamîna B nadin jinan û kontrola tenduristiya girtiyên mêr nayê kirin. Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Antalyayê der barê hevdîtina li gel çalakgerên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimînin kir rapor. ÎHD bi girtî Zelal Başboga, Nevîn Gukçe, Mesut Canbey û Ramazan Sayan ên ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne di 14’ê Adarê de hevdîtin pêk anî.  ‘VÎTAMÎN NADIN’  Li gorî rapora ÎHD’ê Neşet Guven ji 25’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Girtî Sudan Guven, Şeyma Kantarci, Şukran Ozer, Huseyîn Şahbo, Fahrettîn Kîraz, Abdurrahman Parmanbek, Mehmet Alî Turk, Alî Yapan, Mehmet Bozkurt, Çetîn Sagir, Ridvan Muhammed, Sabrî Batur, Ekrem Henan Hamudî, Mehmet Saît Dîkmen û Ziya Ozbay jî ji 1’ê Adarê vir ve ketine greva birçîbûnê. ÎHD’ê diyar kir ku Zelal Başboga di hevdîtinê de gotiye ji ber wan dernaxin revîrê vîtamîna B, xwê, şekir û karbonat nadin wan û bi meha adarê re li gel hemşîre kîloyê wan tê kişandin, şekir û tansiyonê wan tê pîvan.  ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’  Di raporê de hat diyarkirin ku di qawîşa jinan de Guven, Kantarci û Ozer ji 1’ê Adarê ve ketine greva birçîbûnê û raporê wiha cih da hevdîtina li gel Başboga: “Zelal Başboga jî gelek nexweşîn pê re hatine peydakirin. 5-6 kîlo zeîf bûye. Beriya hevdîtinê hefteyek berê bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinek hatiye kirin ku daxwazên wan bên qebûlkirin. Heta niha pêşketinek çênebûye. Tevî ku rojnameya Yenî Yaşamê xwestine jî nadin wan. Nexweşînên Ratîbe Batmaz û Sevda Subaşi hatin vegotin her du jî nexweşên giranin. Lê bersiv nedan daxwaza wan.”  ‘NEXWEŞÎN ZÊDE DIBE Û HEMÛ MAFÊN WAN DESTESER DIKIN’  Her wiha bi Nevîn Gukçe, Mesut Canbey û Ramazan Sayan re jî hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinê ku di roporê de cih girtiye nexweşîn bi girtiyan re peyda bûne, zeîf bûne û her rojên pêncşem û înê serdegirtinên qawîşên wan tên kirin. Di raporê de hat gotin rojname nadin girtiyan û pêdiviyên xwe ji ew bi xwe pêk tînin. Girtiyan di raporê de got hemû radyoyên wan hatine berhevkirin û nadin wan û her tim bi sîstematîk dest didin ser pirtûkên wan. Girtî di raporê de daxwaz dikin ku hêj ku mirin çênebûne, demildest qanûnan bînin cih û daxwazên wan bên qebûl kirin.  MA / Hamdullah Kesen  Parve bike: