Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê leşker û gardiyanan avêtin ser koxûşan, dest danîn ser alavên girtiyan û êşkence li 2 girtiyan kirin.
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dema dawî serdegirtina koxûşan zêde bûye û êşkence li girtiyan hate kirin. Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, serê sibehê leşker û gardiyanan avêtin ser koxûşan.
Di dema serdegirtinê de leşker û gardiyanan de st danîn ser alavên girtiyan. Du girtiyên ku nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, leşker û gardiyanan êşkence li wan kirin.
Girtiyan jî bi qîrîna dirûşman êşkenceya li dijî hevalên xwe şermezar kirin. Girtiyên bi navê Hemdusena Ada û Mîrxan ê ku paşnavê wî nehate zanîn bi êşkenceyê xistin hucreyê.