Rewşa girtiyên di Girtîgeha Çaksazî Gewran a Hewlêrê de xirabe. Ji bilî hejmara girtiyan a di wê girtîgehê de, madeyên hişber û telefon bi veşartî digihin nava hindirê girtîgehê. Di demên derbasbûyî de hinek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di çend rojên derbasbûyî de jî girtiyek dawî li jiyana xwe aniye. Tevî ku hinek berpirsên girtîgehê hatine guhertin jî lê hîna rewşa girtîgehê asayî nebûye.

Ev demek dirêje girtiyên di Girtîgeha Çaksazî Gewran a Hewlêrê de ku hejmara wan zêdetirî 1200 kesane, ji ber gelek pirsgirêkan dinalin. Van pirsgirêkan jî metirsiyê li ser jiyan û tendirustiya girtiyan çêkiriye.

Çend rojek ji beriya niha Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêmê di daxuyaniyek de ragihand, li girtîgeha çaksazî gewran a Hewlêrê de dest bi ser gelek madayên hişber a ji cûrê kirîstal de girtine.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyek ji nava girtîgehê hatin bidestxistin, di dema derbasbûyî de bi bertîlan hinek kesan telefon birine nava girtîgehê de û bi 40 hezar dolar firotine girtiyan. Li gor heman zanyariyan, hinek kesan dema xwestin madeyên hişber yên ji cûrên cûda di nava qotiyên mast de derbasî nava girtîgehê bikin, di dema derbasbûna kontrolê de hatibûn dîtin. Ji ber gendeliyê jî di çend mehên derbasbûyî de çend berpirsekî girtîgehê hatine guhertin.

Di derbarê pirsgirêkên li girtîgehê û lêkolîna parlamentoyê de, Endama Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Herêmê Şadî Newzad, ji Rojnews’ê re axivî.

Şadî Newzad diyarkir di encama lêkolîna wan de derket holê ku girtî di rewşek xirab de dijîn. Her wiha eşkere kir ku kapasîteya Girtîgeha Çaksazî Gewran a Hewlêrê ji bo 900 kesane, lê zêdetirî 1200 girtî tê de hene.

Di dewamê de Şadî Newzad got: “Gelek pirsgirêkên rêveberiya girtîgehê hene, pêwîstiya wan bi çavdêriyek baştir heye. Her wiha hinek girtî jî bi virûsê ketine, vê yekê jî rewş hîn zehmetir kiriye. Dirêjkirina dema serdanê ya xizmên girtiyan jî bûye pirsgirêk.”

Şadî Newzad da zanîn ew li ser guhertin û ji kar dûrxistina hinek berpirsên girtîgehê lêkolîn dikin. Her wiha diyarkir li gorî rapora Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov, madeyên hişber derbasî nava girtîgehê hatiye kirin. Şadî da zanîn wan daxwaz ji wezareta peywendîdar kirine ku têkildarî rewşa girtîgeha Hewlêrê û tevayî girtîgehan zanyariyan bidin wan.

Li gorî zanyariyên bi destketine, pirsgirêkên li girtîgehê gihiştine wê astê ku di çend rojên borî de girtiyek bi kêrê dawî li jiyana xwe aniye, girtiyek din jî bi run xwe şewitandiye. Lê ta niha têkildarî van bûyeran aliyên peywendîdar ti zanyariyek nedane û van bûyeran piştrast nekirine.

Bi behaneya belavbûna virûsa koronayê, ji meha Adarê ve xizmên girtiyan nikarin serdana girtiyan bikin. Vê yekê jî di aliyê derûnî de bandorek nerênî li ser giriyan çêkiriye. Ji ber vê çendê jî di dema derbasbûyî de gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê heta niha jî aliyên peywendîdar van daxwazên girtiyan bicih neanine.

(kş)