ÎZMÎR – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, diyar kirin ku kiryarên binpêkirinên mafan êdî rûtîn bûne û dan zanîn ku Suleyman Acun ê girtî rastî lêdana gardiyenan hat û nebirin nexweşxanê.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê bi navbeynkariya, Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Selman Altan kiryarên binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Girtiyan, destnîşan kirin ku ji ber qawîş nayên dermankirin, kêzik pir zêde bûne û wiha gotin: “Gardiyenan di 2’yê Cotmehê de Suleyman Acun ê girtî derp klirin û ji bo Acun raporê negire, nebirin nexweşxanê.
‘ÊRÎŞ RÛTÎN BÛNE’
Girtiyan bi navbeynkariya Altan ev agahî dan: “Hevalê me Acun rastî êrîşa gardiyenan hat. Ji roja em hatine vê girtîgehê û vir ve êrîş rûtin bûne. Nêzîkatiyên provokatîf ên di koridor û qawîşan de berdewam dikin. Hejmara leşkerî ferzî me dikin. Bi hinceta ‘wezaret pereyê wan nade’ hin dermanan nadin. Fealiyetên sporê asteng dikin. Pirtûkan kêm didin. Gardiyan di dema lêgerînê de hemû alavên me belav dikin. Ji ber ku qawîşan derman nakin, li hemû deran kêzik hene.”