Ji Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê 30 girtiyan name ji CÎSST’ê re şandin.
Diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade wan, stranên kurdî û govendgerandin jî qedexe ne.
Li Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê 30 girtiyên ku cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn, name ji Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) re şandin. Girtiyan di nameyên xwe de îşaret bi binpêkirinên mafan kirine.
Girtiyan ragihand ku dema wan a hewadariyê kêm e, cihê hewadarî qirêj e, korîdorên girtîgehê qirêj in û nayên paqijkirin, xwarinên tên dayîn nebaş û hindik in.
Girtiyan diyar kir ku pirtûkên kurdî yên ji wan re tên şandin yan nayên radestkirin, yan jî heqê wergêr ji wan tê xwestin. Daxwaznameyên wan nayên bersivandin, mafê wan ê kargehan tê binpêkirin û hefteyê tenê saetekê diçin werzîşê.
Girtiyan bilêv kir ku di warê beşdariya li çalakiyên civakî cihêkarî tê kirin û gotin ku qenalên televîzyonê kêm in, radyoyên FM nadin wan, dema hevdîtinê bi saetekê sînordarkirî ye û amûrên paqijiyê ji bêgavî ji kantînê dikirin.
Ragihandin ew û girtiyên ji sûcên din di heman modulê de tên ragirtin û daxwazên wan ên ji bo guherandina odeyan hatine redkirin.
Nûnera Qada Tematîk a CÎSST’ê Heval Zelal jî anî ziman ku têkildarî binpêkirinên mafan di 3 mehên dawî de gelek kesan serî li wan daye. Gelek ji wan serlêdanan ji girtiyên Girtîgeha Sîncan hejmar 1 e.
Zelalê destnîşan kir ku şert û mercên tecrîdê bandorê li derûniya girtiyan jî dikin û got ku têkildarî giliyên girtiyan serî li gelek saziyan dane.