Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Tarsûsê gotin binpêkirina mafan zêde bûne.

Girtiyê bi navê Mustafa Koç bi malbata xwe re bi telefonê axivî û behsa binpêkirina mafan kir.
Koç diyar kir bersivê nadin daxwaznameyan, nikarin biçin revîrê, li gel nexweşiyên giran jî wan nabin nexweşxanê û xwarinê kêm didine wan.

Koç got nexweşiya dil bi wî re heye, bi zorê hilmê dide û distine lê dîsa jî wî nabin nexweşxaneyê.