Girtiyê bi navê Rêber Soydan ê 20 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên girtîgehê di saetên serê sibehê de li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û îdia kirin ku kurê wî di hucreyê de xwe daliqandiye.
Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.
Hat zanîn ku Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin.
Hat diyarkirin ku Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin.
Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran bi giştî 53 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.