MED-TUHAD-FED û OHD’ê li ser 12 girtîgehan rapor amade kirin û diyar kirin ku maske û dezenfektan nadin girtiyan.
Piştî ku vîrûsa korona li Kurdistanê bi lez û bez belav bû, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED-TUHAD FED) serdana 12 girtîgehên li Kurdistanê kirin û li ser çavdêriyên xwe rapor amade kirin.
Parêzeran serdanên 12 girtîgehên li Amed, Dîlok, Xarpêt, Wan, Agirî û Erzîromê kirin û destnîşan kirin ku girtî di nava rîskê de ne.
Li gorî raporê, di dema serdana girtîgehên jinan ên Xarpêtê de hate dîtin ku lepik û maske nedane girtiyên hatin hevdîtinê, lê belê personelên girtîgehê bi maske û lepik bûn.
Di raporê de hate destnîşankirin ku li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan daxwaza dezenfektanê kirin, lê belê rêveberiya girtîgehê daxwaza wan red kiriye.
Li Girtîgeha Amedê jî lepik û maske nedan girtiyan.
Li Girtîgehên bi Tîpa H û L ên Dîlokê gariyan û leşker bi rengekî komî tevdigeriyan, personelên ku qeyd çêdikirin lepik û maske bi kar neanîn û li korîdor û odeyan dezenfektan tune bûn.
Di raporê de hate gotin li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê karê dezenfektanê hate kirin.
Parêzeran diyar kirin ku li Girtîgehên Wan û Patnosê dezenfektan, maske, lepik û malzemeyên paqijiyê nehatin danîn, av, elektrîk û xwarin bi têrkerî nadin girtiyan û koxûş nehatine dezenfektekirin.