Haşîm Gezer ê di Girtîgeha Xarpêtê û Garîbe Gezer a Girtîgeha Kayseriyê de ne nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafên xwe dan.
Haşîm Gezer (40) ê di Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpêtê de ye û xwişka wî Garîbe Gezer a di Girtîgeha Jinan Kayseriyêde ye bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn.
Her du girtiyan jî qala binpêkirinên mafên ên li ser xwe kirin. Xwişka wan Asya Gezer diyar kir ku birayê wê Haşîm Gezer ê 2 sal berê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin, bi tena serê xwe di hucreyê de ye.
Gezer diyar kir ku ji ber ku li girtîgehê li birayê wê dane, parsûyê wî şikestiye û bi mehan de nayê ameliyatkirin. Gezer diyar kir ku birayê wê gotiye, “Jixwe em berê di bin tecrîdê de bûn. Bi vê Covîd-19’ê re tecrîda li ser me zêdetir bûye.”
Xwişka wî got ku “Ev 8 meh in em neçûna hevdîtina birayê min. Rewşa wî çawa ye, em nizanin. Heke serlêdana me ya bi daxwaznameyê were qebûlkirin em diçin ba wan. Berê me bi PTT kinc û pêdiviyên wan dişand. Lê a niha girtîgeh kargoyan qebûl nake. Em nizanin ev rewş wê heta kîngê bidome.”
Xwişka wan Asya Gezer jî qala xwişka xwe Garîbe Gezer a di Girtîgeha Jinan a Kayseriyê de ye kir. Gezer got ku “Li gorî ku xwişka min dibêje, di pêvajoya nexweşiyê de paqijî nayê kirin. Alavên hîjyenê nayê dayin. Alavên em ji kantînê dikirin ku wexta wan derbas bûye, heke me di kêlîka dawîn de ferq nekira, em ê hemû jehrî bibûna.”
Gezer diyar kir ku ji ber birînên li ser bedena xwişka wê divê dermanan bi kar bîne lê rêveberiya girtîgehê dermanan nade.