Rayedarên Ekvadorê diyar kirin ku li bajarê Guayapuilê çeteyên li girtîgehê bi hev ketin û di encamê de 30 mehkûm mirin, 47 mehkûm jî birîndar bûn.
Fermandarê polîsan Fabian Bustos ji rojnamevanan re axivî û anî ziman ku di n ava pênc saetan de wan kontrola girtîgehê ji nû ve bi dest xistine û gelek çek desteser kirine.
Rayedaran ragihandin ku çeteyên “Los Lobos” û “Los Choneros” ji ber nelihevkirinê bi çek, kêr û teqemeniyan bi hev ketine.
Meh atîrmehê jî gelek bûyerên tundiyê li girtîgehên Ekvadorê rû da bûn ku zêdeyî 100 mehkûm miribûn û li sîstema girtîgehan rewşa awarte hatibû ragihandin.
Bûyera herî giran jî li sê girtîgehên li welêt di heman demê de rû da bû. Di vê bûyerê de ku meha Sibatê qewimî 79 mehkûm mirin. Meha Tîrmehê jî li girtîgeha Lîtoralê 22 mehkûman jiyana xwe ji dest dan. Meha Îlonê li girtîgehekê bi balafirên bêmirov êriş hate kirin. Tiştek bi kesî nehat.