Girityê bi navê Okan Özgül, li navçeya Yozgat Boğazlıyan, di girtîgeha Tipe T de dihate girtin.
Ozkan Ozgul 31 salî bû û di 2ê Adarê de, li qoxuşa A-2 de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da-
Cenazeyê Özgül, di 4ê Adarê de, li Gorîstana Aliağa hate veşartin.
Malbata Ozgul diyar kir ku kurê wan bi behaneya ku amurên tiryakê bikartîne û difiroşe hate girtin û bi 1 sal 8 mehan hate cezakirin. Kurê me bi behaneyên cuda surgun kirin û herî dawî li Boğazlıyan Tipê T dihate girtin. Piştî bi 2 mehan gotin kurê we xwe kuştiye.
Girtiyê bi navê L.S. jî got; Li qoxuşe zêde girtî hebûn. Okan Özgül jî dinava girtiyên ku li erdê radizan de bû. Gelek caran ji xew dihilçenî û digot, Bismillah. Pskolojiya wî ne baş bû, dî se jî ne mirovekî ku xwe bikuje bû.
Gardiyanê bi Ö.B, û İ.S.Ö. jî gotin; Ew ne mirovekî ku xw ebikuje bû.
Di rapora otopsiyê de tê gotin ku wî xwe kuştiye.
Xwişka Ozkan, Gamze Doûru, ji ajansa Mezopotamya MA re axivî û got; Tu sedemên ku birayê min xwe bikuje nebûn. Ew kuştin. Dibêjin xwe dardekiriye, lê balkêş e ku kursiyê dibin lingê birayên min de ne ketiye erdê. Çawa çêdibe ku kursiyê bin lingê birayê min nakeve. Mudure girtîgehê ev rastî eşkere kir. Kesên li qoxiuşe rastiyê dizanin lê newerin mikur werin.
Dayika Ozakan Fethiye Taşkın jî got; Li Girtîgehê girtiyan bi zor radikin teravihê û limejan bi wan didin dikin. Em Elewî ne, kurê min jî limeja wan nedikir, ew kuştin:
Parêzer Sertuğ Köybaşı jî diyar kir ku îfadeyên hevalên Ozkan yê qoxuşê bi nakok in. Dibêjin, ji xew dihilçenî û digot, bismillah. Muwekîlê min Elewî bû û mirina wî bi guman e.