Wezîrê Parastinê yê Awûstralyayê Peter Dutton got, “Çîn li gorî pîvanên me tevnagere.”
Peter Dutton di qanala televîzyonê ya Sky News Australia re got, “Ger hûn li tiştên ku li Afrîkayê diqewimin binêrin, hûn ê bibînin ku karên ne li rê hatine kirin.”
Dutton got, “Em ti carî nikarin bi pratîkên wiha re pêşbaziyê bikin. Nirxên me hene, hiqûqa me heye û em rêzê li wan digirin.”
Wezîrê Parastinê diyar kir ku Çîn guheriye û got: “Hewldanên destwerdana li derve ya bi helwesteke êrişkar û meyla dayina bertîlê ji bo îmzekirina peymanan û têkbirina welatên din: Vaye rastiya Çîn a nûjen bi vî rengî ye.”
Dema ku jê hat pirsîn gelo Çîn di peymana xwe ya bi Giravên Solomon re rêbazek wisa bikar aniye, Duton red kir ku şîrove bike.
Çîn hefteya borî bi Giravên Solomon re peymanek ewlehiyê îmze kir, ku çarçoveya wê hîn ne diyar e.
Vê peymanê Awûstralya xist nava fikaran. DYE û Awûstralya ji mêj ve li ser îhtîmala avakirina bingehek deryayî ya Çînê li Pasîfîkê ya Başûr bi fikar e ku rê bide wê hêza xwe ya deryayî ji derveyî sînorên xwe berfireh bike.
Serokwezîrê Giravên Solomon Manasseh Sogavare gelek caran îdia kir ku wê li welatê wan baregeheke leşkerî ya Çînê tine be, lê wî nekarî bi vê yekê DYE’yê razî bike. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hişyarî da ku ger Giravên Solomon vê sozê bi cih neyne ew ê “li gorî hewcedariyê bersivê bidin.”