Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, generalê Îranê Hûlam Huseyîn Heypûr got, “Daxuyaniyên Trûmp ên li dijî Îranê dide, beşek ji şerê psîkolojîk e. Di rewşeke welê de nîne ku li dijî Îranê bikeve nava liv û tevgerê.”
Heypûr îdîa kir ku gel û hêzên çekdar ên Îranê wê li dijî ‘dijminan’ rabin ser piyan û armancên xwe bi ser bixînin.
Şîroveya generalê Îranî piştî daxuyaniya Serokê DYA Donald Trûmp a gef li Îranê dixwar, hate kirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp bi rêya Twîtterê ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re mesajek bi tîpên mezin nivîsî.
Peyama Trûmp wiha ye: “Ji Serokkomarê Îranê Rûhanî re: CAREKE DIN QET GEFÊ LI DYA NEXWE, NAXWE TU YÊ ENCAMÊN KU BERÊ DI DÎROKÊ DE HATIYE SERÊ KÊM MIROVAN, BIBÎNE. EM ÊDÎ NE WELATEKÎ WELÊ NE KU XWE LI GOTINÊN WE YÊN LI SER ŞÎDET Û MIRINÊ RABIGIRIN. HAY JI XWE HEBE”
Rojek berê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyaniyek dabû û ji Trûmp re gotibû, “Bi teriya şêr nelîzin.” Rûhanî gotibû, eger êrîş li Îranê were kirin ev yek wê bibe şerê herî giran.
Aloziya navbera DYA û Îranê, piştî ku Trûmp meha Gulanê biryar da ku ji peymana nukleerî vekişe, giran bû. Ewropiyan, Rûsya û Çînê ragihandin ku wê li gorî peymana nukleerî ya bi Îranê re tevbigerin ku sala 2015’an hatibû îmzekirin.