Rayedarên Emerîkî têkilî tevgera Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê agahî dane hilbijartiyên li Kongreyê û şîrîkên Ewropayî yên li DYE’yê.

Tê diyarkirin Moskowayê 110 hezar leşker li sînorê Ukraynayê bi cih kiriye û di nav 2 hefiyan de ji bo ku operasyonek were destpêkirin ev bes e.

Rayedaran gotin îstîxbarta Emerîkayê hê tespît nekiriye bê ka ji bo Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ji bo ku êrîşê bîne biryar standiye yan na.

Rayedarên Emerîkî li gorî tevgera leşkerî ya li ser sînorê Ukraynayê diyar kirin, bi 150 hezar leşker, Rûsya ji bo ku di meha sibatê de dagirkeriyeke berfireh bike xwedî hêzeke têrkan e.

Eynî rayedaran her wiha diyar kirin heke Pûtîn tercîheke radîkal bide, di nav 48 saetan de paytexta Ukrayna dikare were dorpêçkirin û Serokkomar Volodîmîr Zelenskî ji desthilatê bîne xwarê.

Rayedarên Emerîkî her wiha diyar kirin di şerekî wiha de dibe ku 25-50 hezar sivîl, 5 hezar-25 hezar leşkerên Ukraynî, 3-10 hezar leşkerên Rûs bimirin. Her wiha dibe ku 1-5 milyon mirov bibe penaber û piraniya van berê xwe bidin Polonyayê.

Bi çarçoweya krîza Ukraynayê DYE jî leşker şande Polonyayê. Leşkerên pêşî Şemiyê gihaştin.

Rûsya dibêje ti nêta wan nîne ku dagir bikin, tenê ew dixwazin ewlehiyê mîsoger bikin.

Moskowayê her wiha ragihand bi Belarûsê re dest bi tetbîqata leşkerî kirine.