Li gorî rapora pisporan a salane ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê hatiye kirin, hate diyarkirin dibe ku Koreya Bakur û Îranê li ser bernameya fuzeyên menzîldirêj dîsa dest bi hevkariyê kirine.
Kopyayeke raporê kete kestê AFP’ê. Pisporên vê raporê ji bo kontrolkirina zextên li ser Koreya Bakur hatine peywirdarkirin. Ji bo ku bernameya nukleer û balîstîk a li ser Koreya Bakur were bidawîkirin, zext tê kirin.
Vê koma pispor diyar dikin ku ji bo lêkolîna îddîayên li ser hevkariya fuzeyên balîstîk ew di sala 2020’an de jî dixebitin.
Di raporê de hate diyarkirin ku ‘Li gorî dewleteke endam, Koreya Bakur û Îran ji bo projeya xurtkirina fuzeyên menzîdirêj dîsa dest bi hevkariyê kirine.”
Rêveberiya Tehranê di Kanûna 2020’an de bersivek dabû pirsên pisporan û vê îddîaya ‘welatekî bênav’ hatiye kirin red kir.