OPCW di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku wan hefteya borî li ser îmhakirina çekên kîmyewî bi DYE re vîdyokonferansek li dar xist.
Hat ragihandin ku depoya çekên norotoksîk ku hat diyarkirin hatiye îmhakirin, li fabrîqeya Rîchmond a Kentûckyê bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Emerîka ku aliyekî OPCW’ê ye, li gorî biryara Konferansa Dewletên Peymandar di pêvajoya îmhakirina depoyên çekên kîmyewî yên mayî de ye.”
Her wiha di daxuyaniyê hat destnîşankirin, “Lêkolerên OPCW pêşveçûna wêrankirinê 7/24 dişopînin û piştrast dikin.”
Dewletên Yekbûyî li gorî ya hatî eşkerekirin li cîhanê du depoyên wê yên çekên kîmyewî hene. Ev her du jî li ser axa DYE’yê ne.
Di 28’ê Sibata 2022’an de, DYE’yê hilweşandina ji sedî 97,65 ê çekên kîmyewî yên di Kategoriya 1’ê de ragihandibû.
Li gorî OPCW hemû çekên kîmyewî yên di Kategoriya 2 û 3 de ku ji aliyê DYE’yê ve hatibû ragihandin, hatine îmhakirin.
Di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Bîden piştrast kir ku îdîayên ku dibêjin Rûsya dikare çekên kîmyewî li Ukraynayê bikar bîne “pêbawer in”.
Di dema ku endamek OPCW’ê ango Rûsya dibêje ku êdî çekên kîmyayî yên leşkerî li cem wan nemaye, ew di bin zexta navdewletî de ye ku di derbarê bikaranîna îdîaya çekên jehrîn de zelaltir be.
Di sala 2020’an de, mixalifê Rûsî Aleksey Navalnî li Sîbîryayê hatibû jehrkirin û ji vê yekê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn sûcdar kiribû. Sîxurê berê yê KGB’ê Sergey Skrîpal jî di sala 2018’an de li Îngilîstanê bi jehrê ketibû. Moskowayê îdia kir ku têkiliya wan bi van her du bûyeran re tune.
Herî dawî li gorî saziyên navneteweyî çekên kîmyewî di sala 2011’an de li Sûriyê hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê hêzên Beşar Esad hatin sûcdarkirin. Tevî ku delîl û gumanên cidî hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne, lê hêz û saziyên navneteweyî lêkolînan red dikin û guh nadin vê yekê.