Tevî ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên wan ên li ser sînorê Ûkraynayê li leşkergehên xwe vegeriyane, alozî û rageşî dewam dike.
Li gorî Sekreterê Giştî yê NATO’yê, Rûsya hîn jî leşkerên xwe yên li ser sînorê Rûsyayê zêde dike.
Washîngtonê jî leşkeran dişîne Polonyayê ku welatekî din ê li ser sînorê Ûkraynayê ye.
Qesra Spî daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku Rûsya di ‘her kêliyê’ de dikare êrişî Ûkraynayê bike.
Tê dayin ku Serokê DYE’yê Joe Biden vê Yekşemê tevlî civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî ya li ser krîza Ûkraynayê bibe.
Li gorî Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE), li eniya rojhilat a Ûkraynayê, agirbest di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1500 carî hatiye binpêkirin.
Çavdêran ragihandin ku ji êvara Pêncşemê heta êvara Înê li herêma Donetskê 591 carî, li herêma Lûganskê jî 975 carî agirbest hatiye binpêkirin. Ev herdu herêm di destê hêzên alîgirê Rûsyayê de ne.
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky ji bo parastina Ûkraynayê bang li dewletên rojavayî kir, ku Ûkrayna li dijî Rûsyayê weke ‘Mertalê Ewropayê’ tê pênasekirin.
Zelensky di konferansa ewlekariyê de ya li bajarê Munchen ê Elmanyayê got, “Ûkrayna 8 sal in mertaleke. Heyşt sal in Ûkraynayê yek ji mezintirîn artêşên cîhanê li ser sînorê xwe rawestand.”
Zelensky xwest bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re jî hevdîtinekê bike.
Elmanya û Fransayê ji welatiyên xwe yên li Ûkraynayê xwest ku vî welatî biterikînin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron tê payin ku vê Yekşemê bi Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinekê bike.
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson bang li hevalbendên xwe kir ku li dijî rîska dagirkeriyê ya Rûsyayê bibin yek. Johnson li konferansa li Munchenê got, “Li dijî gefê divê em bibin yek.”
Gelek şîrketên rêyên hewayî seferên xwe yên ber bi Ûkraynayê ve rawestand.