Midûra departmana amadekariya global a li ser rîskên şewbê ya WHO’yê Sylvîe Brîand got, “Em niha di asta pandemî de nînin.”

Ji belavbûna nexweşiyekê li qadeke berfireh a cografîk re Pandemî tê gotin.

WHO, piştî ku Çînê di mijara vîrûsa Korona de ew agahdar kir, piştî mehekê di 30’ê Çileyê de rewşa lezgîn a navneteweyî ragihandibû.

Li gorî bîlançoya fermî ji ber vîrûsa Korona heta niha li Çînê 425 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gelemperiya cîhanê jî 20 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketin.