Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li ber HBF’ê li hev civiyan. Kurdistaniyan bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.
Di çalakiyê de posterên Ocalan, dowîzên li ser grevên birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.