Berdevka Serkomîseriya Mafê Mirovan a NY’yê Marta Hûrtado di daxuyaniya çapmeniyê de, got: “Du hefteyên pêşîn meha Adarê, di pêvçûnan de herî kêm 208 kesan jiyana xwe ji dest daye, 164 birîndar bûne û 101 kes jî hatine revandin.“
Hûrtado got ku qurbanî bi pirtanî di mala xwe de ya lî li kuçeyan ji aliyê sekvanan ve hatine kuştin ya jî birîndar bûne.
Ji serê meha Çileyê heta nîvê meha Adarê, di serî de li Port-aû-Prînceê ku paytext e, di bûyerên têkildarê çeteyan de 531 kes hatine kuştin, 300 kes birîndar bûne û 277 kes jî hatine revandin.
TUNDIYA ZAYENDÎ WEK ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN
Li gor NY’yê, çete ji bo terorîzekirina gel, ji bo serî li gel xwar bikin, ceza bikin û bi fîdye ji malbatên qurbaniyan bistînin, tundiya zayendî wek çekekê bi kar tînin.
Marta Hûrtado anî ziman ku ew ji derketina kontrolê ya şidetê bi fikar in, pevçûnên di navbeyna çeteyan de her ku diçe tundtir û zêdetir dibin û çete hewil didin ku kontrola xwe ya li ser herêmên welêt berfereh bikin û mirovên li herêmên di bin kontrola xwe de ji xwe re dikin armanc.