Di hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê de Sosyal Demokrat bi rêjeya 39 ji sedî bi ser ketin. Partiya Keskan bû ew partî ku dengê xwe gelekî zêde kir. Partiya Çep jî 9 ji sedî yê dengan wergirt. Partiya Merkel CDU derbeke giran xwar.
Li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê roja Yekşemê bang li 1.3 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Ji eyaletên din cudatir li Hambûrgê ciwanên 16 û 17 salî jî xwedî mafê dengdayinê ne. Namzeta/ê herî ciwan 18, ya/ê herî extiyar jî 89 salî ye.
Rêjay tevlîbûna li hilbijartinê 63 ji sedî bû. Partiya Sosyal Demokrat (SPD) li gorî hilbijartinên sala 2015’an 6 pûan kêm kir, lê tevî vê jî bi rêjeya 39 ji sedî bû partiya yekemîn. Partiya Keskan ku demên dawî li gelek eyaletan dengê xwe zêde kir, li Hambûrgê jî surprîz kir û bi 11 pûanên ku zêde kir 24 ji sedî yê dengan wergirt.
PARTIYA ÇEP HEJMARA PARLAMENTERÊN XWE ZÊDE KIR
Partiya Serokwezîr Angela Merkel Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) di hilbijartinê de derba herî giran xwar. CDU 5 pûan kêm kir û 11 ji sedî yê dengan wergirt. Piştî ku Annegret Kramp-Karrenbaûer beriya çend rojan ragihand ku wê dest ji wezîfeya serokatiya giştî berde, di nava CDU’yê de nîqaşên li ser lîdertiyê dest pê kirin û tê gotin ku vê yekê bandor li encamên hilbijartinê kiriye.
Li gorî encamê hilbijartinê yên ji aliyê qenala televîzyonê ARD’ê ragihand, Partiya Çep dengê xwe bi 0.5 pûanî zêde kir û kir 9.1 ji sedî. Eger encam bi vî rengî bimîne, Partiya Çep a ku di destpêka lîsteya xwe de cih da siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr hejmara parlamenterên xwe ji 10’an derxist 12 parlamenteran. Bi vî rengî dostê Kurd Martîn Dolzer ê ku di rêza 12’emîn de bû wê ji nû ve bê hilbijartin. Hevserokê Partiya Çep Bernd Rîexînger tevî Ozdemîr derketin pêşberî hilbijêran û serketina xwe pîroz kirin.
Di vê navberê de li gorî encamên anketeke ARD’ê, Ozdemîr bi rêjeya 34 ji sedî yê dengên wergirt, piştî Peter Tschentscher ê SPD’î û Katharîna Fegebank a ji Partiya Kesk bû sêyemîn siyasetmedara herî zêde li Hambûrgê tê hezkirin. Ozdemîr piştî eşkerebûna encamên destpêkê yên hilbijartinê ji ZDF re axivî û got, ji ber ku ew bi mijarên partiyên din nexistine rojeva xwe mijûl dibin, hilbijêran berê xwe dane wan.
FDP Û AfD’Ê BI ZORÊ JI BENDÊ DERBAS BÛN
Di hilbijartinên Yekşemê de bi taybetî dihate meraqkirin ku Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgiriya tund û Partiya Demokratên Azad wê encameke çawa bi dest bixin. Di hilbijartinên destpêka Sibatê de yên Eyaleta Thurîngenê, li dijî Bodo Ramelow ê ji Partiya Çep, partiyên AfD û CDU piştgirî dabûn namzmetê FDP’ê û bi vî rengî rê li ber krîzeke siyasî vekiribûn.
CDU bi destwerdana Serokwezîr Merkel piştgiriya xwe vekişand, namzetê FDP’ê jî tenê 48 saetan karîbû li ser kursiya serokwezaretiyê rûnê. FDP’ê berdêla hevkariya xwe ya bi AfD’ê re bi kêmkirina 2.5 ji sedî yê dengên xwe da. FDP’ê benda hilbijartinê ya 5 ji sedî bi zorê derbas kir. AfD’ê jî pûanek kêm kir û daket rêjeya 5.2 ji sedî.