Ji beriya çend rojan ve li hemû eniyên rojhilatê çemê Firatê şerên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin. Şervanên QSD’ê ji bo parastina sivîlan bi baldarî pêşde diçin.
Hecîn baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê ye. Bajarokê Hecînê dikeve rojavayê Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê, li rojhilatê wê bajarokê Sûsayê heye. Hecîn di aliyê rêveberiyê de girêdayî bajarê El-Bûkemalê ye.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi armanca rizgarkirina bajarokê Hecîn, ango baregeha dawîn ya çeteyên DAIŞ’ê qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” di 9’ê Îlonê de ragihand û heya niha didome.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya pêngavê de bi dehan gund û mezra li rojhilatê çemê Firatê rizgar kirin, her wiha sînorê Sûriye-Iraqê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Paşê berê xwe dane Hecînê.
Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî pêşdeçûnên şervanan ber bi Hecînê ve tengav dibin, car caran êrîşî nuqteyên şervanên dikin, erebeyên bombebarkirî bi kar tînin û mayinan li dewsa xwe diçînin. Di demên dawîn de ji bahoza tozê ku li herêmê rabûye, sûd wergirtin û êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê dikirin. Şervanan hemû êrîşên wan şikandin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin, her wiha gelek çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.
Li eniya Baxoz rojane şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de
Çeteyên DAIŞ’ê, ji bo ku pêşdeçûnên şervanan asteng bikin, êrîşên xwekujî bi erebeyên kombebarkirî ûêk tînin û bombeyan bi kar tînin, li vir jî şervanan bersiva êrîşên da û bi dehan çete kuştin.
Ji ber ku deverên li qiraxa rojhilatê çemê Firatê baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê ne, çeteyan tedbîrên parastinê xurt kirine. Li ser vê yekê tunelên ku digihîjin bi dehan kilometre kolandine, di van tunelan de xwe ji balafirên koalîsyonê diparêzin û çekên xwe tê de veşartine.
Çete sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin
Mîna li herêmên din ên ku dagir kiribûn, çeteyên DAIŞ’ê li Hecînê jî sivîlan ji bo parastina xwe wek mertalên zindî bi kar tînin û sivilên ku hewl didin biçin herêmên di bin parastina QSD’ê de, dikujin.
QSD’ê ji destpêka pêngavê ve ji bo parastina sivîlan tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ava kirine, tîma navborî ji bo derxistina sivîlan ji herêmên şer korîdorên ewlehiyê ava kirine û sivîlan ber bi cihên ewle ve yên di bin parastina QSD’ê de dibin. Lewra pêngav bi derengî û bi baldarî pêşde diçe.
Tîmên rakirina mayinan bê navber dixebitin
Çeteyên DAIŞ’ê ji bo astengkirina pêngavê mayinan bi cih dikin. Li ser vê yekê Tîmên Endezyariya Rakirina Mayinan a girêdayî QSD’ê ji destpêka pêngavê ve bi sedan mayin li rêyên sereke û yên şaxî û malên sivîlan bê bandor kirine.
Li Hecînê kî şer dike?
Li bajarokê Hecînê, serçeteyên rêza yekemîn ên ku şer dikin, ji dewletên rojavayî û Ewropayê, her wiha hin welatên Ereban şer dikin. Ên ku Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê kirine û li Sûsê, Şeifê û Hecînê kom kirine. Çeteyên rêza yekem beşdarî gelek şeran û stratejiya wan di şer de heye, êrîşên li ser nuqteyên şervanên QSD’ê plan dikin.
Sedema derengmana pêngavê
Berpirsê Buroya Têkiliyan a QSD’ê Rêdûr Xelîl duh dabû xuyarkirin ku pêngava wan a li djiî DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê dê dirêj bike û sedema vê yekê spart bahoza tozê ku ji beriya 13 rojan ve rabûye. Rêdûr diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji rewşa xirab a hewayê sûdê werdigirin û êrîşî nuqteyên şervanan dikin, her wiha çeteyan gelek xendeq li herêmê kolandine û herêmê asê kirine.
Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi mayinan şerê şervanan dikin û sewlan û her dever jî mayin kirine. Xelîl destnîşan kir ku çete çekên giran ku cureyê wan nayê naskirin, li dijî şervanan bi kar tînin. Her wiha bajarokê Sûsê ji niştecihên wê vala kirine û ew şandine Hecîn û Şeifê da ku wan wek mertal bi kar bînin.
ANHA