Li Heftanînê pêngava gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mehek li pey xwe hişt. Du gerîlayên di şer de cih digirin, qala berxwedana xwe, girîngiya qadên Xantûr û Qesrokê kirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Heftanînê mehek li pey xwe hişt. Gerîlayan li dijî dagirkeriyê bi navê ‘Cenga Heftanînê’ pêngavek dabûn destpêkirin. Fermandarên gerîlayan Hejar Zozan û Raperîn Peyanûs ên di vê pêngavê de cih digirtin, diyar dikin ku wê gerîla heta dawiyê li ber xwe bide. Her du gerîla qala êrîşên li ser qadên Qesrok û Xantûrê û berxwedana li vir kirin.
XANTÛR Û QESROK QADÊN GELEKÎ STRATEJÎK IN
Hejar Zozan: Ji ber ku Xantûr û Qesrok qadên gelekî stratejîk in, dijmin êrîşî vir dike. Meseleya esasî dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ye. Xantûr axa Başûrê Kurdistanê ye. Dema êrîşî Xantûrê kirin, nerazîbûna gelê Başûr gelekî zêde bû. Wê rojê heke leşkerên Tirk daketina gelîyan, wê gundiyên li herêmê li dijî dewleta Tirk şer bikirina. Îro meheke vê operasyonê qediya. Em jî li vê qadê ne. Êrîşên giran li ser herêmên Qesrok û Xantûrê kirine.
Di roja duyemîn a êrîşê de em li Qesrokê bûn. Dijmin roja pêşîn nikaribû leşkeran deyne qadê. Hevalan hin çeper girtibûn. Roja dîtir xetên ku em dikarin li wan bidin danîn ber çavê xwe, ji berpala pişt leşkeran danîn û bi meşê hatin lûtkeyê. Dema hatin lûtkeyê hevalan li wan da. Amadekariyên me hebû. Dijmin ne li benda derbeke wisa bû. Gelekî rihet tevgeriyan lê piştî lêdana pêşîn bi paş ve vekişiyan. Dema li lûtkeyê bi cih bûn, çalakiyên hevalan zêdetir bû û vekişiyan berpala pişt. Roja pêşîn nekarîn Xantûrê bistînin, amadekariya me hebû.
Roja duyemîn me jî ew dişopand, ji pişt li aliyê Tepe Mûhabere û li gelîyên kûr ên em ne lê bûn, leşker danîn û xwestin têkevin Xantûrê. Têketina wan ne hêsan bû, roja pêşîn dema hat derbeke giran xwar. Leşker hatine, qada me ji me baştir nas nakin, dema ku ew hatin çalakî li wan hate kirin. Ev serê mehekê ye, çalakî didomin, em li vir in, em û dijmin di nav hev de ne. Dijmin ji teknîka xwe piştrast e, em jî ji tarza xwe ya gerîlatiyê piştrast in û diçin ser dijmin.
HELWESTA HEVALÊN ŞEHÎD DESTANWARÎ BÛ
Raperîn Peyanûs: Di vê pêvajoyê de ez bûm şahidê gelek tiştan. Li dijî teknîka xurt a dijmin, çalakiyên hatin kirin, tarza hevalan… Ligel van tiştan şehadet jî çêbû. Helwesta hemû hevalan destanwarî bû. Bi taybetî jî hevalên jin li dijî teknîkeke wisa xurt, çûn ser dijmin, ev helwesteke destanwerî bû.
Helwesta hemû hevalan hêz û moral dide me. Dijmin bi teknîka xwe tê, em jî bi ruhê xwe yê fedaî şer dikin. Ji bo ku em xeyalên hevalên şehîd bi cih bînin, em ê li ber xwe bidin.
Ligel ku ev qas teknîk heye, gerîla hêzê ji rêhevaltî û Rêbertî distîne. Di nava jiyanê de silava hevalekî bi xwe jî hêzê dide me. Em didin ber çavê xwe, wê teknîkê pûç dikin. Li dijî wê teknîka giran, şikandina hewldanên dijmin çalakiyeke mezin e, hêzeke xurt dide me.
Hejar Zozan: Teknîka dijmin êdî bi kêr nayê. Baweriyê bi balefirên xwe yên şer tînin, dema tên qadekê çar balefirên keşfê digere. Bi drone û balefirên keşfê digerin. Em dikarin bibêjin ku leşkerên wê jî ne xema dewleta Tirk e. Leşkerên wan li wir dimirin lê ew nikarin tiştekî bikin.
EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN
Raperîn Peyanûs: Sala borî jî dijmin operasyon dabû destpêkirin. Pêvajoyeke kûr bû. Heval Rustem ji bo ku biçe wê derê xwe li ser hevalan ferz kir. Du rojan ma, lê rêhevaltî û fedakariya wî zêde bû. Hêz da me, şehadeta wî wekî ya Bêrîtan û Zîlanê bû. Berxwedaneke destanwerî bû. Heval Goran hebû, ew heval jî demeke dirêj di dema avakirina çeperan de û amadekariyê de kedeke wî ya zêde hebû. Ev heval nayên jibîrkirin.
Em dikarin qala Heval Zeryan bikin. Hê nû tevlê bûbû, gelekî girêdayî şehîd, rêhevaltî û Rêbertî bû. Heta dawiyê di çepera xwe de li ber xwe da. Mirov di nava rojekê de jî dikare gelek tiştan di nav jiyana PKK’ê de werbigire. Bingeha vî tiştî PKK, şehîd, Rêbertî ye. Ew heval jî helwesteke wisa nîşan da. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê teknîka dijmin pûç bikin, wê xwîna hevalên şehîd li erdê nemîne, em ê tola hevalan bistînin.
Hejar Zozan: Wekî ku heval Tolhildan got, “Ev der Heftanîn e” Em jî heman tiştî dibêjin. Bila dijmin nebêje ku em ê bi operasyonê wan têk bibin. Em ê bersiva dijmin bidin, li her dera ku dijmin lê ye, em ê jî li wir bin. Gerîla wekî cinan e, em dikarin ji her derê derkevin. Em li her derê ne, lê ne li tu derê ne. Em ê her dem bigerin.