Mîna salên borî, îsal jî li Helebce xwediyên baxçeyên hinaran dest bi çinîna hinaran û çêkirina rûbeyê (silke, ava hinarê) kirin.
Tevî ku tê gotin ku heta baran li hinaran neke tam nagirin, lê li herêmên têr hinar ji destpêka payîzê ve çinîna hinaran destpê kiriye.
Li Başûrê Kurdistanê, herêma Hewrema û Helebce di warê hinaran de bi navûdeng in. Hem di warê xweşiya hinaran de hem jî dawê zêdebûna hinaran de.
Li Helebce çend curên hinaran hene, salane di 500 dunim erazî de, zêdeyî 20 hezar ton hinarên baş tên komkirin. Gelek ji van hinaran li bazarê tê firotin. Hinekê ji dikin rûbe û şerbeta hinaran. Herwiha ji bo sewalan sûd ji tovilê wan tê girtin.
Li Helebce ev cureyên hinaran hene; salexanî, lareşe, xofiroşî, kewe, beles, şîrinî navspî û mêxoş in. Lê di nava van hemûyan de, herî zêde salexanî tê hezkirin. Ji ber ku di warê tam de, ne tirşe û ne jî şirîn e, ango mizin. Herwiha rengê libikên wan ji gelek xweşikin.
Dema ku demsala çinîna hinaran destpê dike, ji bo welatiyan derfetê kar çêdike. Li baxçeyê hinara yê ku weke Rojnews em çûyîn nav de, nêzî 20 jinan bi hev re kar dikin. Ji seat 6’ê sibehê hate saet 16.00’an kar dikin.
Ji ber ku welatên cînarê Herêma Kurdistanê kêm hinar derbasî Herêma Kurdistanê dibe, ji bo kesên xwediyê baxçeyên hinaran derfekî baş e. Ji bo ku bikarin berhemên xwe bi bihayekî baş bifiroş in. Lê, hinek salan ji ber zêdebûna hinaran bihayê hinaran gelek dikeve.
Jina bi navê Fatma Heme Salih a ku li Helebce rojane weke karker diçe nava baxçeyê hinaran, diyar kir ku ji bo karê çinîna hinaran, ji destpêkirina çinîna hinaran heta meha mijarê ji navçeya Şarezûr tên Helebce û got ku rojane bi 20 hezar dînar kar dikin.
Herwiha Bîlan Mihemed yê ji gundê Kuliknî û xwedî baxçeyê hinaran qala taybetmendiya vê demsalê ji bo baxçevanan kir û got; “Dema ku hinar çêbûn, weke cotyar em dest bi çinîna wan dikin. Piştre em yên baş ji bo firotinê cuda dikin. Dema hatin cuda kirin em ji bo bazarên Silêmaniyê Helebce dibin û difiroş in.”