Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo salvegera 20‘an a komploya navdewletî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
HELEB
Bi dirûşmeya “Sonda me em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn”Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan ku 15‘ê Sibata 1999‘an de pêk hatî, her wiha ji bo piştgirdayîna parlamantera Kurd Leyla Guven ku ev 92 roj in ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Bi sedan jinên Kurd, Ereb û Tirkumen li Qada Rêbertî ya beşê rojhilatê tax kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarên bi nivîsên “Bi berxwedana Leyla û rihê serhildana Şîladizê em komployê têk bibin, tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û netewa demokratîk pêk bînin” vekiribûn.
Çalakî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê rêvebera Kongreya Star Sûad Hisên axivî û anî ziman ku komploya navdewletî ne tenê yek kir hedef, di heman demê de tevahî gelê Kurd, di serî de jina Kurd kir hedef. Ji ber ku jina Kurd bi saya fikr û felsefeya Ocalan azad bû.
Sûad her wiha got, “Rêbertî bi hêza jin bawer e. Digot, heger jin azad nebe civak jî azad nabe. Serkeftinên ku jin li Rojava bi dest xistine delîlê vê yekê ye, projeya netewa demokratîk û biratiya gelan xelaskarê gel ji şer û aloziyê ye.”
Sûda di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser destekdayîna jinên taxa Şêxmeqsûdê bi Leyla Guven re û anî ziman ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin ta daxwazên xwe bi cih bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de der barê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê Kongreya Star daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hêvîn Silêman û Zîlan Ehmed Şêxo ve hat xwendin.
ANHA