Komîteya înisiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Apo li Helebê dest bi kampanya îmzeyan kir.

Derbarê kampanyayê de li taxa Şêxmeqsûd daxuyanî hat dayîn, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û xelkê taxê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîd û zextên ku desthilata dewleta Tirk li ser li îmraliyê hate kirin û hate gotin, fikarên derbarê rewşa Rêber Apo de her diçe çêde dibe.

Komîteya înisiyatîfa Sûrî ya Rêber Apo, berxwedana gelan a li hemberî polîtîkayên desthilata Tirk û greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destnîşan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Ji bo azadiya Rêber Apo destbi kampanya îmzayan dikin û banga tevlêbûna xurt a li pêngavê hat kirin.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Apo 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Îmze dê ji Yekitiya Ewropayê re werin şandin.