Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, motîvasyona DAÎŞ’iyên li kampa Holê zêde kir. Rêxistiniya bi navê ‘El Hîsbe’ ya li kampê hatiye avakirin, di nava 8 mehan de 26 kesên li ber rêxistinê rabûn înfaz kirin.

Kampa Holê ku 67 hezar kesên ji malbatên endamên DAÎŞ’ê yên ji 50 welatan lê ne, weke “Yek ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê” tê binavkirin.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 21’ê Adara 2019’an de li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê dawî li hebûna ser erdê ya DAÎŞ’ê anîn, raya giştî hewl dide DAÎŞ’iyên li kampa Holê ji bîr bike.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DAÎŞ’Ê ZINDÎ DIKE

Lê belê bûyerên li kampê diqewimin, bi taybetî jî piştî ku dewleta Tirk êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir, DAÎŞ ji nû ve zindî bû. Ev yek jî metirsiya li kampa Holê zêde dike.

Bi krîza siyasî ya li Iraqê re û piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, DAÎŞ di serî de li Iraq û Sûriyeyê li gelek herêman ji nû ve kete nava liv û tevgerê.

HÊLÎNA DAÎŞ’Ê

Tevî daxuyaniyên berdevkên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, ku vê rewşê piştrast dikin, ji bo pêşîgirtina li jinûve zindîbûna DAÎŞ’ê tedbîr nayên wergirtin. DAÎŞ a ku kurk ketiye, xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Yek ji hêlînên sereke yên DAÎŞ’ê jî kampa Holê ye ku li başûrê rojhilat ê Hesekê ye.

WELATIYÊN JI 50 WELATAN HENE

Tevî Iraq û Sûriyeyê 67 hezar kesên ji 50 welatên mîna Tirkiye, Tirkmenistan, Azerbaycan, Ozbekistan, Çeçenistan, Kirgizistan, Tûnis, Erebistana Siûdî, Fas, Cezayîr, Fransa, Misir, Elmanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Awûstralya, DYE, Tirkistan a Rojhilat, Endonezya, Malezya û Hindistanê li vê kampê hene. Rêxistina çete hewl dide li kampê xwe ji nû ve zindî.

LI KAMPÊ 67 HEZAR KES DIMÎNIN

Çend meh berê zêdeyî 70 hezar kes li kampê diman ku piraniya wan jin û zarok bûn. Nêzî 5 hezar Sûriyeyiyên li kampê, ji ber rewşa wan a ku ‘Bi zorê û ji neçarî tevlî DAÎŞ’ê bûn’ ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin berdan. Nêzî 1200 kesên biyanî jî radestî welatên wan hatin kirin. Li gorî daneyên rêveberiya kampê niha 67 hezar kes li kampê hene.

RÊXISTINIYA EL HISBE

Kamp bi giştî ji 13 beşan pêk tê. DAÎŞ hewl dide xwe li kampê ji nû ve bi rêxistin bike. DAÎŞ a ku hewl dide xwe li nava jinan bi rêxistin bike, bi rêya rêxistiniya bi navê ‘El Hisbe’ li kampê xwe komî ser hev dike. Ev rêxistiniya navborî ku bi giranî ji kesên ‘muhacir’ an jî ‘cîhadîst’ pêk tê, li kampê bi rengekî veşartî perwerdeyan dike, dadgehan ava dike û pêkanînan ferz dike.

DI NAVA 8 MEHAN DE 26 KES HATIN KUŞTIN

Ev rêxistiniya navborî bi rêya medya civakî Telegramê têkiliyê bi derve re datîne û der barê kesên li ber rêxistinê radibin biryara kuştinê dide û pêk tîne. Li kampê di nava 8 mehên dawî de 26 jin bi hinceta ‘li ber rêxistinê rabûn û li fermanan guhdarî nekirin’ ji aliyê vê rêxistinê ve hatin kuştin. Lê belê rêveberiya kampê diyar dike ku hejmara kesên hatine înfazkirin dibe ku zêdetir be. Jinên ku bi giranî bi kêran tên kuştin li binê konan tên veşartin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK MOTÎVASYONA WAN ZÊDE KIR

Rêxistiniya bi navê “El Hisbe” ne ya destpêkê ye. Li kampa li bajarê Eyn Îsayê jî tê zanîn ku DAÎŞ’ê xwe bi navekî dişibe wê bi rêxistin kiriye. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de dema ku êriş bir ser Girê Spî û Serêkaniyê, destpêkê berê xwe da beşa malbatên DAÎŞ’iyan ên li kampa Eyn Îsayê û gelek DAÎŞ’î jî di encamê de reviyabûn. Tê gotin ku ev rewş ji bo ‘El Hisbe’ û DAÎŞ’iyên li kampa Holê jî movîtasyoneke mezin e.

Kampa Holê ku yek ji 6 kampên herî qelebalix ên cîhanê ye, li hiqûqa navneteweyî yan jî pênaseya ‘kampa penaberan, koçberan’ a Neteweyên Yekbûyî nayê. Li ser rûyê cîhanê li ti kampê mirovên ji ewqas neteweyan li kampeke penaberan nîne. Ev kesên navborî di nava sîstema hiyerarşîk a DAÎŞ’ê de ne. Ji nû ve rêxistinbûna DAÎŞ’ê li kampê û pêkanîna ‘hiqûq’a xwe vê rewşê radixe pêş çavan.

GEFEKE MEZIN E LI SER PAŞEROJÊ

Ji Berpirsyarên Kampa Holê Hemrîn hesen li ser înfazên li kampê û rêxistiniya El Hisbeyê bersiv da pirsên me û anî ziman ku heta niha 26 jin hatine kuştin. Hemrîn Hesen anî ziman, El Hisbe rêxistiniyeke welê ye ku yekser bi fermanan tevdigere û li kampê bi bicihanîna pîvanên DAÎŞ’ê berpirsyar e. Hesen destnîşan dike ku ev rewş wê dema bê ji bo herêmê û cîhanê bibe pirsgirêkên giran.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI BERPIRSYARIYA XWE RANEBE

Hemrîn Hesen ragihand, li her devera cîhanê Neteweyên Yekbûyî bi berpirsyariya kampan radibe, lê belê li Kampa Holê vê wezîfeya xwe pêk nîne û anî ziman ku berpirsyariya kampê li ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.